Li gorî rojnameya Washington Post Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Mike Pompeo gotiye,  li gor qanûnên dewleta wan piştî ku fûzeyên S-400 gihiştin Tirkiyeyê divê welatê wî cezayan bide Tirkiyeyê.

Mike Pompeoyî bi bîr xistiye, li gorî qanûnan eşkere ye û divê ceza bê dayin lê serokê DYE´yê, Donald Trumpî ji bo vê yekê rengê xwe diyar nekiriye.

Pêr serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdoganî gotiye:

“Em bi S-400an xwe ji bo şerekê amade nakin. Em hewil didin aştî û sînorên xwe yên neteweyî bêxin di garantîyê de.”

Wezareta parastinê ya Emerîkayê 6ê Hezîranê bi nameyekê Tirkiye şîyar kiribû ku heke ew fûzeyên S-400 bikirin balafirên F-35 dê ji bo wan neyê firotin.

 WASHINGTON