Ji ber topbarana dewleta tirk a qirker û çeteyên girêdayî wê mala jina bi navê Zehra Îsmail hilweşiye. Zehrayê bi çavên tijî rondik û bi dilekî xemgîn û bi hêviya vegera mala xwe li ser rêkê rûniştiye û li gundê xwe dinêre ku çawa ji aliyê dewleta tirk ve tê topbarankirin. Zehra der barê êrişan de wiha got: “Hey xweda ma em ê ji ber êrişên dewleta tirk, Cebhet El-Nusra û DAÎŞ bi ku ve biçin? Tenê divê em li hev xwedî derkevin û li dijî dijmin bisekinin.” n ANHA/HESEKÊ
‘Divê em xwedî li hev derkevin’