Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên got, ne tenê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tevahî gelên cîhanê ji fikrên Ocalan sûd digrin û wiha peyivî:”Divê em xwedî li Ocalan derkevin û li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin.”

Tara Hisên diyar kir, Ocalan girtîgeh veguherandiye dibistan û pirtûkxaneyeke çareseriya pirsgirêka Kurd û got; “Ji ber vê çendê Tevgera Azadîxwaza gelê Kurd her roj, mezintir bû, bi hêztir bû. Bû şoreşek enternasyonal. Ne tenê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tevahî gelê cihanê ji fikrên Ocalan sûd digirin û çareseriya pirsgirêkên xwe di fikra Ocalan de dibînin.”

Banga ji bo Ocalan

Tara Hisên bal kişand li ser tecrîda li hemberî Ocalan ê û wiha axivî: “Tecrîdkirina Ocalan û rênedayîna hevdîtinên bi Ocalan re binpekirina mafê mirovan e. Her wiha binpêkirina qanûnên Tirkiyeyê  bi xwe ye. Ji ber vê çendê dewleta Tirk, rêxistinên mafê mirovan û CPT berpirsin ji rewş û jiyana Ocalan in. Ocalan ne şexseke, Rêberê gelek bindest e, filozof û rêberek fikrî yê ku xwedî projeyên çareseriya pirsgirêkên gelan e. Mînaka vê jî Rojavayê Kurdistanê ye. Çareseriya niha li Rojavayê Kurdistanê berhemê fikrê Ocalan e. Ji ber vê çendê divê em xwedî li Ocalan derbikevin.”

Nabe li dijî tecrîdê em bêdeng bin

Her wiha Tara Hisên got, Ocalan fizîkî di girtîgehê de ye, lê fikra Ocalan di nava gel de ye û wiha peyivî: “Gel ji bo xwe kiriye bingeh. Desthilat bi dirûstkirina krîzan û şer xistina nava ol û nijadan temenê xwe dirêj dikin. Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye. Ev 19 sal in ku bê sûc di zindanê de tê girtin. Ji ber vê çendê divê tevahiya gelê Kurd, gelên azadîxwaz û demokrat xwedî li Ocalan derkevin. Ji bo azadiya Ocalan çalakiyên hîn berfirehtir bên encam dan. Nabe kesekî xwe Kurd hesab bike, kesekî xwe azadîxwaz û demokrat bibîne li beramberî vê tecrîdê bêdeng be.”

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ