SAMIR OSMAN / ANHA/KOBANÊ

Di dema banga yekîtiya Kurd de, Rêveberiya Xweser li pêşiya partiyên Kurd rê vekir. Lê şandeyek ji Encumena Niştîmanî ya Kurd di 19`ê Sibatê de serdana Enqereyê kir. Şande bi wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu re civiya. Ev hevdîtin bû sedema nerazîbûnê.

Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Surî jî nerazîbûna xwe diyar kir.

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Mistefa Henîfî bang li ENKS’ê kir û got, “Divê ENKS li xwe vegere” û der barê mijarê de got:

“Ji destpêkê ve me hewl da Kurdan li hev kom bikin. Ji 2015`an ve û heta roja me ya îro em hewl didin astengiyan derbas bikin. Ji ber ku em xeteriyek mezin li dijî hebûna Kurd dibînin. Mînaka wê jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye. Lewra em hewl didin li hember van yekîtiya Kurdan pêk bînin. Tenê bi rêya yekîtiyê em dikarin xeteriya li dijî gelê xwe tune bikin.”

Henîfî hêvî kir ku serdana şandeyê ya Enqereyê di navbera partiyên Kurd de nebe asteng û wiha axivî: “Ji ber ku Kurd dikarin bigihêjin çareseriyê û dikarin wan şaştiyan bi rêya reftariyek siyasî û hişdar derbas bikin.”

Henîfî bang li partiyên Kurd kir ku dersê ji Efrînê bigirin û got: “Tirkiye li Efrînê cudahiyê nake navbera alîgirên ENKS’ê yan jî Partiya Yekîtiya Demokratîk de. Kî dibe bila bibe para xwe ji zilma Tirkiyê digire. Lewra divê partî bi cidî li vê mijarê binêrin.”