Pêr Sekreterê Desteya Navendî yê YNK’ê Adil Murad pêşwazî li şanda Sefîrê Romanya yê li Bexdayê Yaqûb Pirada û Şêwirmendên Aborî û Ragihandinê Silvo Giramatico û Enderya Stansîsko kir. Di despêka serdanê de Adil Murad balkişand ser rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê û got: “Krîza siyasî û aborî bandorek neyênî li ser Herêma Kurdistanê û jiyana aborî ya gelê Kurdistanê daye çêkirin. Her roj şandina petrola Herêma Kurdistanê zêdetir dibe, lê ji ber nebûna şefafbûn û diyarnebûna dahatê rewşa jiyana gel xirabtir bûye.”

Ji Kurdan re bibin alîkar

Di berdewamiya hevdîtinê de Adil Murad ji Sefîrê Romanya xwest ku zêdetir alîkariya pêşmergeyan bike û di hêla dîplomasî de rola Kurdan ya li herêmê ji bo welatên Ewrûpî ragihînin û wiha domand: “Herwiha pêwîst e welatên Ewrûpa alîkariya parçeyên din yên Kurdistanê, şervanên Kurd li Rojava bike. Divê zext  li ser Tirkiyê bide  çêkirin. Ji ber ku rewşa Kurdan li Bakûrê Kurdistanê di metirsiyê deye û parlamenter, çalakvanên Kurd hatine girtin. Li gorî vegerina pêvajoya aştiyê bijarteka herî başe. Divê welatên Ewropa ji bo tevlîbûna Kurdan ya civîna Cinêvê û her kongre û civînên ji bo çareseriyên pirsgirêkên herêmê kar bikin.”


 NAVENDA NÛÇEYAN