
Di hemû qadan de hevserokatî
Avesta anî ziman ku rêbaza hevserokatiyê wekî rengê jin di vê demê de li her çar aliyên Kurdistanê derketiye pêş û got, "Hem li Bakurê Kurdistanê, li Rojava, cardin li Başûrê Kurdistanê di nav partiyên siyasî de ev sîstema hevseroktiyê tê pêjirandin. Lê cara yekemîn di 9. Civata Giştî de sîstema hevserokatiyê kete rojeva KCK’ê. Ev jî di siyasetê de, di sazkirina jiyana azad de ji bo pêşketina civakê rol û mîsyona jinê di hemû qadên têkoşînê de careke din derxist pêş." Avesta da zanîn ku hevserokatî wê ji niha û pê de di hemû qadên jiyanê de berdewam bike.
Nûnertiyeke cîhereng
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, der barê nûnertiya hemû beşên Kurdistanê yên di civata giştî de jî agahî da. Avesta diyar kir ku ji her temenî û her beşî û hemû qadên civakê civatekî gelekî cihêreng gihaşte hev. Avesta da zanîn ku di civata giştî de Elewî, Sunnî, Êzîdî, Kelhorî û Kakaî hebûn û nûnerên gelan bi bawerî û îradeya xwe tevlî bûn û weha axivî: "Di beşdarbûna gelan û beşdarbûna endaman de jî cihêrengbûneke xwe hebû. Ango em dikarin bêjin ku bi rastî li ser xaka Mezopotamya gelên ku dijîn di Civata Giştî de temsîla xwe dît. Tenê ne netewên Kurdistan, hevalên Tirk jî hebûn. Her weha hevalên ji baweriyên cuda hebûn ji bo vê jî Civata Giştî li her çar beşê Kurdistan û Kurdên derveyî welat ên li dîasporayê jî beşdarî vê kongreyê bûn. Ev cihêrengbûn bandora xwe li ser biryarên civata giştî jî kir. Di asta nîqaşan, asta biryaran û projeyan de nûbûn pêk hat."
Avesta da zanîn ku jin bi kotayeke ji sedî 40 beşdarî civata giştî bûne û ciwan, rewşenbîr, rojnameger jî tê de cîh girtine. Avesta got, "Ji bo vê jî li tevahî gelê Kurdistanê divê gelê me bi vî rengî xwedî li biryarên civata giştî derbikeve û bi vî rengî bigire dest û weke nûnertiya îradeyeke xwe bibîne."
Ji bo azadiya Ocalan
Avesta da zanîn di civata giştî jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryarên meşandina xebateke berfireh girtine. Avesta bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de û got, "Di vê demê de hemû cîhan careke din dît ku Rêber Apo bi xwe ne be û navbeynkariyek neke pêvajo xitimandinek çawa dijî. Tenê ne ji bo gelê Kurdistanê ji bo gelê Rojhilata Navîn û yê ser erdnîgariya Kurdistanê jiyan dikin temînata hevgirtina gelan e."
Helwesta li dijî komkujiyan
Avesta, biryarên din yên hatine wergirtin jî weha nirxand: "Komkujiyên heta niha hatiye kirin yên weke sala 1925’an û herî dawî komkujiya Roboskî û ya Parîsê jî di nav de hemû yek bi yek weke komkujiyên li ser civaka Kurd hatin bi nav kirin. Hin belgeyên van komkujiyan hatin rojeva civata giştî. Komkujiyên weke Enfal, Helepçe, Qamişlo, Sînema Amûdê û Mahabadê hemû wê bên lêkolînkirin û emê bi belgeyan di dadgehên navnetewî de bînin rojevê. Jenosîda li ser Kurdan hatiye kirin divê bi rengekî fermî bê qebûl kirin û ji gelê Kurd lêborîn were xwestin. Helwesteke bi vî rengî jî di 9. Civata Giştî ya KONGRA GEL de derket holê."
ROSÎDA MÊRDÎN/DÎLAN ŞEVAL/ANF/BEHDÎNAN