
Gerîlayê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK), Dewran Kirmaşan têkilidarî erdheja li Kirmaşanê rûda û bîlançoya qûrbaniyan ya rejîma Îranê dide derewand û ragihand ku rejîm destûrê nade alîkarî bigihîje mexdûrên erdhejê.
Dewran Kirmaşan sersaxî ji gel re xwest û got, "Em ji vir ve dibînin ku medyaya Îranê hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayî û birîndar bûyî rast nade. Kêlî bi kêlî li çiyayên Kurdistanê agahiya me ji rewşa gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê heye."
Dewran Kirmaşan diyar kir ku niştecihên Kirmaşanê di qeyraneke cidî de ne û wiha dirêjî bi axaftina xwe: “Xwarin û vexwarina wan nîne. Her wisa ne ceyran ne jî sotemeniya wan ya ji bo germkirinê heye. Alîkariya ku rejîma Îranê jî dike, zehf kêm e."
Dewran Kirmaşan ku bixwe jî xelkê Kirmaşanêye têkildarî cihêkariya dewleta Îranê ya li hember Kirmaşanê jî got, “Nabe ku gelê Kirmaşanê van cihêkariyên hikûmeta Îranê li dijî wan, ji bîr bike. Divê gel kom û komîteyên xwe bi rêxistin bike. Em dibînin ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê yê bajarên din alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê yên Kirmaşanê kom dikin. Lê, hikûmeta Îranê destûrê nade ku ev hevkarî ji bo xelkê biçe.”
Dewran Kirmaşan îşaret bi siyaseta durû ya hikûmeta Îranê li dijî gelê Kirmaşanê jî kir û got, “Hikûmeta Îranê di dema şer de xelkê Kirmaşanê weke xelkê bi şeref bi nav dike. Lê, di rewşên vî awayî de xwedî lê dernakeve. Pêwîstiya xelkê Selas û Bawecanî, Qesrî Şîrîn bi alîkariya lezgîn heye. Lê, dewleta Îranê dibêje, bila Kurd bimire û mafê wan yê jiyanê nîne. Divê gelê Kurd ji bo alîkariya bi Kirmaşanê re sefer bibe. Helbet em dizanin ku gelê Kurd gelekî xizan e, lê tê dîtin ku Kirmaşan di rewşeke asayî de najî, û rewşa xwe ya herî xirab de ye.”
ROJNEWS