
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku girtina Haveşdarên Amedê xeleka dawî ya polîtîkaya desthilatdariya AKP’ê ya dijminatiya li Kurdan e. Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin, “Ev yek nîşaneya xweranegirtina li hebûn, deng û vîna Kurdan e. Desthilatdariya AKP’ê ku li her cihî êrîşî Kurdan dike, bi binçavkirina Hevşaredarên Amedê re, ku weke paytexta Kurdistanê ye, ji gelê Kurd re gotiye ‘ez vîna te nas nakim; ez ti tiştê te qebûl nakim; ji bo te ji nav bibim, ez ê serî li her rê û rêbazê bidim’. Êdî ji bo Kurdan wateya ti gotinê nema ye. Gelê Kurd wê li dijî van êrîşên AKP’ê bi dil û can li ber xwe bide. Ji bilî berxwedanê, nepêkan e Kurd hebûna xwe bidomîne.”
‘Li dij polîtîkayên dijminane têbikoşin’
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hevşaredarên li Kurdistanê ji ber ku Kurd in, ji ber ku hesreta gelê Kurd a ji bo jiyana azad û demokratîk diparêzin, ji ber ku li ber polîtîkayên qirkirin mêtîngeriyê yên AKP’ê radibin, hatine girtin.”
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Lazim e li dijî êrîşên AKP’ê yên li ser hebûna gelê Kurd, benda berxwedanê ava bike. Têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP’ê bûye têkoşîna man û nemanê ya Kurdan. Nedîtina vê rastiyê û tênekoşîn, ji bo Kurdan wê bibe xefleteke dîrokî. Ji ber vê yekê, li hemberî êrîşên desthilatdariya AKP’ê yên li dijî hevşaredaran, ku vîna herêmî ya gelê Kurd e û li dijî qeyûmên hatine erkdarkirin, divê têkoşîn were xurtkirin û herdemîkirin. Ev têkoşîn, têkoşîna herî mafdar û rewa ya gelê Kurd e. Girîng e tevahiya gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê; gelê me yê li parçeyên din ên Kurdistanê êrîşa li dijî Amedê weke êrîşa li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bibînin, li her cihî rabin ser piyan û piştgiriyê bidin gelê Amedê.”
KNK: Xwedî li şaredariyên xwe derkeve
Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir, girtina hevşaredaran êrîşa li ser vîna xweseriya demokratîk a gelê Kurdistanê ye û got, “Divê gelê Kurd û Kurdistanî xwedî li şaredarî, temsîlkar, destketî û çeperên xwe yên têkoşînê derkeve.”
Di dewama daxuyaniya KNK’ê de hat ragihandin, ku Amed paytexta Kurdistanê ye û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji aliyê xweseriya demokratîk ve sembola vîna Kurdistanê ye û hat gotin, “Ev operasyona girtina Hevşaredaran, êrîşa li ser vîna xweseriya demokratîk a gelê Kurdistanê ye. Xuya ye wê vê operasyona li ser şaredariyan firehtir bikin û dest deynin ser hemû şaredariyên Kurdistanê. Ev êdî germkirina eniya şerê li dijî Kurd û Kurdistanê ye. Dixwazin teslîmiyetê deynin ber Kurdan. Xelkê Kurd, Kurdistanî û dostên Kurdan vê yekê qebûl nakin û divê nekin!
Şaredarî navendên temsîliyeta demokratîk a Kurdistanê ne.“
KJA: Em li her derê li ber xwe bidin
Kongreya Jinên Azad (KJA), li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, “Amed paytexta ruhê ‘sefer li Kurdistanê dibe, lê serketin ti carî nabe’ ye. Her hesabeke siyasî ya vê rastiyê nebîne, neçar e têk biçe. Yên rastiya Kurdan qebûl nakin; hûn ê têk biçin.” KJA’yê ev bang li jinan kir: “Her êrîşa li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Jinê, êrîşa ji bo mêtîngerî û kolekirina jinê ye. Lewma divê em bi vê têgihiştinê li her cihî bi çalakiyên demokratîk li ber xwe bidin. Heta ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli werin berdan, em vê têkoşîna xwe mezin bikin.”
HDP: Em ê teslîm nebin
HDP’ê nerazîbûneke tund nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli da.
Di daxuyaniya nivîskî ya Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê de hat xwestin, hevşaredar derhal werin berdan û li saziyên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, hêzên aştî û demokrasiyê û sazî û parlamentên navneteweyî ev bang hat kirin: “Li pêşberî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin, nerazîbûna xwe nîşan bidin. Vê serdema nehiqûqî ya li Tirkiyeyê qebûl nekin.”
Koordînasyona Giştî ya Meclîsa Jinê ya HDP’ê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Koordînasyonê da xuyakirin, ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak yek ji sembolên têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinê ye û destnîşan kir, ku binçavkirina Kişanak nîşan dide bê êrîşên stratejîk ên zîhniyeta darbekar ên li dijî polîtîkayên jinê gihîştiye kîjan astê.
Koordînasyonê destnîşan kir, ku ew ê rê nedin faşîzmê û got, “Em ê xwe û bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN