
MUHAMMED DOGRU / MA / STENBOL
Parêzeran diyar kir ku di ser serdana CPT’yê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, sal û 6 meh derbas bûne, lê hê jî ti daxuyanî nehatine dayîn. Parêzeran da zanîn ku CPT sûc dike û got: “Divê li dijî vê xemsariya wê li DMME’yê giliyê CPT’yê bê kirin.”
CPT´yê di navbera 28-29’ê Mijdara 2016’an de serdana Ocalan kiribû. Lê belê, ji wê rojê heta niha, der barê vê serdanê de ti daxuyanî nedaye û xwe li bêdengiyê datîne. Parêzeran ji bo vê rewşa CPT’yê got, rêziknameya xwe binpê dike û ya ku dike sûc e. Parêzeran dest nîşan kir ku divê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) giliyê CPT’yê bê kirin.
Hevberdevkê Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Serhat Çakmak, bi bîr xist ku CPT gelek caran der barê şert û mercên girtîgehê yên Ocalan de rapor amade kirine. Çakmak anî ziman ku a rast di van serdanên xwe de gelek binpêkirinên mafan tespît dike, lê belê ji ber peymanên di navbera wê û Tirkiyeyê de hatine îmzekirin, bêyî tesdîqkirina Tirkiyeyê nikare eşkere bike. Çakmak, dest nîşan kir ku ev yek qet li saziyeke ku di warê mafên mirovan de dixebite, nayê. Çakmak wiha domand: “Tespît hene, lê ti pêşveçûyîn tineye. Ti wateyeke vê helwêsta CPT’yê tineye. Heke piştî tespîtê serlêdanek pêk neyê, hema bila CPT heta hetayê biçe Îmraliyê, ti wateya wê tineye.”
Hewldan wê dewam bikin
Çakmak, bal kişand ser serlêdana 250 parêzerên a ji bo hevdîtina bi Ocalan re û got, ev yek gava ewil e û ew ê di pêvajoyên pêş de kampanyayên cuda bidin destpêkirin. Parêzer Mahmût Taşçi jî diyar kir ku CPT bi awayekî derhuqûqî tev digere û got, “Gelek raporên ‘derî huqûqê’ diweşîne. Lê dema li vî welatî beyanateke ku dê zirarê bide têkiliyên berjewendiyan hebe, pêjna wê nayê. Halbûkî divê saziyên ku bi mafên mirovan re elaqedar dibin, bi awayekî serbixwe tev bigerin.” Taşçi dest nîşan kir ku bi tecrîdkirinê mafê jiyanê yê Ocalan hatiye sînordarkirin.
‘Bawerî bi CPT´yê nemaye’
Parêzer Îlknûr Alcan jî got, bêyî destûra Tirkiyeyê CPT raporê naweşîne, lê belê di dema serdana xwe ya Îmraliyê de pêdivî bi tesdîqkirina Tirkiyeyê nabîne. Alcan dest nîşan kir ku ev rewş jî nîşan dide ku CPT bi awayekî siyasî tev digere û ti hêleke wê ya bêalî nemaye. Alcan diyar kir ku di warê tenduristî û ewlehiya Ocalan de şik û gumanên civakê û parêzeran hene û divê CPT ji bo vê yekê tev bigere. Alcan got, CPT’yê ti bawerî ji bo xwe nehiştiye û wiha peyivî: “Bi milyonan kes Birêz Ocalan wek vîna xwe dibînin û em wisa difikirin ku tekane kes e ku dikare li Tirkiyeyê riya aştiyê veke. Destpêkirina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re di heman demê de peydakirina nêvenga aştiyê ye. Divê hemû derdorên civakê vê yekê bibînin.”