Înîsiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî bi armanca 15 Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li avahiya şaxa Egîtîm Sen a 1’emîn panela bi mijara Ziman û Civak li dar xist. Nûnerên saziyên Kurd a PEN, Kurdî-Der, Akademiya Ehmedê Xanê, mamosteyên Kurdî yên Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku bi KHK’ê hatine girtin û gelek zimanzan û mamosteyên Kurdî beşdarî panelê bûn.

Zimanzan Nesrîn Navdar, siyasetmedar Rifat Ronî û rojnamevan Mehmet Alî Ertaş wekî panelîst beşdarî panelê bûn. Zimanzan Navdar di axaftina xwe de bal kişand ser li zordestî û astengiyên li ser  Kurdî û axivî: “Dewlet jî giringiya ziman ji bo gelan dizanin û ji ber vê yekê astengiyan derdixin. Divê em jî bikevin nava civakê û giringiya Kurdî vebêjin. Ev bar jî dikeve ser milê zimanzanan. Zanyarên me û zimanzanên me divê rûnin û bi awayekî vekirî vê yekê ji gel re rave bikin. Îro pêdiviya gelê Bakur bi vê yekê heye.”
Navdar ji ber bêdengiya li ser girtina dibistanên Kurdî perwerdeyê didin siyasetmedarên Kurd rexne kir û got: “Li hemberî girtina dibistanan divê li tax û kolanan hemû zimanzan di nava hewldanên pêşxistin û perwerdekirina Kurdî de bin.”



Divê siyasetmedar lê xwedî derkevin

Siyasetmedar Rifat Ronî jî mijara siyaset û ziman vegot û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Divê siyasetmedar bi zimanê gel siyaseta xwe bike. Siyasetmedar bi kîjan zimanî biaxive, ew gel bi wî zimanî tê fêhmkirin. Rola herî sereke dikeve li ser mile siyasetmedar, parlementer û hilbijartiyên welêt. Bi salane saziyên Kurdî hatin avakirin û xebatên wan saziyan bandorek erenî li ser civakê kirin. Siyasetmedar dema hatin hilbijartin, ji bo parastina mafê ziman hatin hilbijartin. Ev daxwazên gel in.”



Çapemenî zimanê civakê ye


Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş jî balê kişand ser li êrîş û zordariyên li ser xebatkarên çapemeniya azad û got: “Rojnameger zimanê civakê ne. Ji ber vê yekê her tim rastî astengî û zordestiyên dewletê tên. Da ku hayê civakê ji rastiyan çênebe. He çendî kedkarên çapemeniyê rastî zext û zorên dewletê tên jî rastiyan ji civakê radigihînin. Ji ber ku çapemenî zimanê civakê ye.”
Panel bi pirsên beşdarvanan û bersivandina panelîstan bi dawî bû. 


 AMED