Endama Konseya Yekitiya Tabîbên Tirk Dr. Arzu Erbîlîcî, destnîşan kir ku pirsgirêkên tenduristiyên yên girtîgehan zêde dibin û wiha got: “Piştî hevdîtina me ya bi Wezarî Dadê re mirina girtiyan zêde dibe. Bi grevên demên dawî re divê li ser tenduristiyê bê rawestandin.” Serokê Giştî yê TTB’ê Erîş Bîlaloglu jî da zanîn ku divê li her girtîgehekê hekîmek hebe.
Erbilîcî diyar kir ku li gorî daneyên 31’ê çîleyê ya Midûriyeta Gitşî ya Ceza û Tevkîfevlerî  li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 75.909 cezxwarî, 55.408 jî girtî  bi gitşî 131.317 kes girtîne. Erbilicî got ku li gorî sala 2005’a du qat zêde bûye û wiha got: “Ji ber van zêdebûnan pirsgirêkên tenduristiyê, xwarinê û mayînê jî zêde bûne. Ligel ku der barê van pirsgirêkan de bi hezaran name hatine şandin jî tu tiştek nayê kirin. Di du salên dawî de ev gazinc pir zêde bûne.
Erbîlîcî  destnîşan kir ku berê nexweşên girtî yên bi navê Alî Çekîn, Hasan Kert, Beşîr Ozer, Kuddusî Kur, Îsmet Ablak û Gule Zere ji bo daxwaza alîkariyê serî li TTB’ê dabûn û li hemberî van daxwazan hesasiyet nehat nîşandan. Erbîlîcî, anî ziman ku wan der barê çalakiyên gireva birçibûnê ku li girtîgehan belav dibin agahî girtiye û wiha berdewam kir: "Ev pêvajo dibe bibe sedema nexweşiyên ku derman nabin û rê li pêşiya mirinan veke. Divê baş bê şopandin û tedbîr bên stendin. Divê mafê jiyanê di bin ewlehiya dewletê de be. Divê dewlet bi lezgîn pirsgirêk û daxwazên wan ên tecrîd, mafê jiyanê û îsolasyonê çareser bike. Geşedanên li girtîgehê rewşa demokratîkbûna li Tirkiyeyê nîşan dide. Divê li hundir û li derve hemû mirov rastî nêzikatiyek bi rûmet û mirovane bên. Em civakek bi tenduristî û şêperojek baş hêvî dikin."
Serokê Giştî yê TTB'ê Erîş Bîlaloglu jî anî ziman ku li girtîgehan hêjmara girtî û hikumxwaran di asta awarte de ye û her roj li ser vê yekê serî li wan tê dayîn. Bîlaloglu, anî ziman ku di girtîgehan de doktor, parêzer, siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar, rojnameger û parDivê mafê wî yê tundiristiyê û jiyanê bê parastin. Li gel ku di manşetan de gotina 'Êdi li girtîgehan mirin tune' jî mirov dimirin. Divê li her girtîgehekê hekimê girtîgehê hebe. Divê hekîmê girtîgehê bi rêk û pêk rewşa girtiyan kontrol bike û bişopîne."

  ENQERE