
8’ê Kanûnê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bang li partiyên siyasî yên Kurdistanê kiribû ku di vê qonaxê de kongreya netewî li dar bixin. Girêdayi Banga KCK’ê ya ji bo kongreya netewî, Berdevkê Fermî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Kamil Mehmûd wiha ji ajansa RojNewsê re axivî: “Em di hemû qonaxên cûda de, hevsengiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdan û damezrandina projeya kongreya netewî giring û pêwîst dibînin. Hemû ew pêngavên ku ji bo projeya kongreya netewî mane, pêwîste bên bi cihanîn.”
Kamil Mehmûd ragihand ku ji bo kongreya netewî serkeftî bibe û carek din ne vegerin despêkê, pêwîste li bend û biryarên 2013’an ya kongreya netewî vegerin, ji ber ku kongre bi aliyek û du aliyan pêknayê û pêwîste hemû alî beşdar bibin.
Berdevkê Fermî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Kamil Mehmûd daxuyakirin ku ew banga KCK’ê weke pêngavek baş dibînin û wiha got: “Em di xwazin hemû aliyên siyasî ji bo kongreya netewî ya Kurd bi hevre bin. Lê mixabin em bi pratîkî bi cih naynin. Ji ber wê pêwîste di demek nizîk de, bê desthilatdariya aliyekê û bê merc kongreya netewî ya Kurd, her li kuderê be bê lidarxistin û dawî li nakokiyên aliyên kurdî bîne.”
‘Pêwîstî bi serok nîne’

Li Başûrê Kurdistanê her roja diçe piştgirî ji bo banga Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya ji bo kongreyekî netewî zêde dibin. Serokê Yekitiya Parlamenterên Herêma Kurdistanê Nîmet Ebdullah ji ajansa me re axivî û got; “Kongreya netewî pêwîstiyekî netewî û giringe. Merce ku mekanizmayek diyarker hebe ji bo amadekririna kongreyê.”
Nîmet Ebdullah wiha jî got; “Pêwîste beriya kongreyê di astekî bilind de civînek were lidarxistin û sitratejiya kongreyê were diyar kirin. Pêwîste lîjneyek di navbera aliyên siyasî de were avakirin di asta navxweyî û navnetewî de. Pêwîste kar li ser vê pirsê were kirin. Di heman demê de kar li ser danûstandinê di navbera aliyên siyasî û pirsgirêkên wan de were kirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Serokê Yekitiya Parlamenterên Herêma Kurdistanê Nîmet Ebdullah wiha got; “Serokayeti kirina kongreya netewî berê pirsgirêk bû. Niha pêwîst nake vê pirsgirêkê carek din nîqaş bikin ji ber ku kongreya netewî pêwîstî bi serok nîne.”
ROJNEWS / HEWLÊR