MÛRADA KENDA / EHMED MIHEMED / ANHA / EYN ÎSA

Sîwana siyasî, nîştimanî û demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê di nava hewildanna de ye. MSD li ser navê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên dîplomasiyê dide meşandin. Di diyalogên bi hêzên derve re mijara sereke, gefên dewleta Tirk a dagirker in. Hevseroka MSD’ê Emîna Omar li ser asta têkiliyên MSD’ê bi hêzên navneteweyî û hêzên herêmî re, encamên diyalogan, peyivî. Emîna Omar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa herêmê û got: ”Bi rizgarkirina herêman û deskeftiyan re têkiliyên MSD’ê di aliyê dîplomasiyê de bi pêş ketin. Dewletên derve beriya van deskeftiyan nedixwest bi MSD’ê re rûnên. Di encama destkeftiyan de niha dewlet fermî daxwazên serdana me dikin. Fransa, Brîtanya, Emerîka û hwd. Bi gelek dewletan re diyalogên me hene. Di serdan û diyalogan de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê nîqaşkirin.

Gefên Tirkiyê mijara sereke ye

Mijara sereke ku em di van diyalogan de nîqaş dikin, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me ne. Gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên me xetereyek e. Tu xetereya me li ser dewleta Tirk tune ye. Bi zanebûn ji bo ku bikarin êriş bikin, hincetan çêdikin. Bi rêya van gefan dixwazin projeya neteweya demokratîk hilweşînin. Leşkerên wan li ser sînor sekinîne û li benda telîmata êrîşan in. Dewletên Koalîsyonê ku li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, divê li dijî van gefan helwestên tund nîşan bidin. Ji ber ku me bi hev re DAIŞ têk bir û cîhan hemû ji gefên DAIŞ’ê xilas kir. Ji ber wê divê dewlet hemû bi erkên xwe yên exlaqî rabin û zorê li Tirkiyê bikin.

Di nîqaşan de helwêstên dewletan çawa ne?

Dewletên ku em bi wan re van mijaran nîqaş dikin, piştgiriya me dikin. Ji bo gefên dewleta Tirk jî dibêjin ‘Em li dijî şer in, em naxwazin şerekî nû li herêmê rû bide. Bi şerekî wiha dê DAIŞ ji nû ve bi ser xwe ve bê. Em alîgirê diyalogê ne. Dibêjin ‘sedema hebûna me ya li vir tunekirina DAIŞ’ê ye.’ Her wiha ji bo beşdarbûna çareseriya pirsgirêkên Sûriyê jî dibêjin ‘Teqez divê hûn tê de amade bibin.’ Maf didin, rastiyê dibînin lê pratîkên wan gelekî lawaz in. Helwestên wan têrê nakin. Her kes dikare bibêje em alîgirê diyalogan in. Divê helwestên cidî û tund bên nîşandan.

Ji bo paşarojê çi projeyên we hene?

Di aliyê diyalogan de me gavên baş avêtin. Bi tevlêbûna gelek kesên bi nav û deng 3 komcivîn li herêma me pêk hatin. Di van komxebatan de nêrînên beşdaran têkildarî MSD û projeya neteweya demokratîk yên nêyînî hatin guhertin. Diyalogên me li Fransa û Nemsayê jî çêbûn. Şandeyek wê here Elmanya û diyalogên me bi Ewrupa re jî bi pêş bixe. Di dema bê de em ê li Urdun, Misr, Erebistana Siûdî komcivînan li dar bixin. Em dixwazin nêrîneke hevbeş di nava opozîsyona Sûriyê de çêbe. Li ser vî esasî em hewl didin kongreyeke nîştimanî bi hêzên opozîsyonê re, piştre jî kongreyekê li ser asta Sûriyê giştî li dar bixin.