Li Şingalê hemleya azadkirinê dewam dike. Hêzên Kurdistanî yên hevbeş niha bajarê Şingalê ji terorîstên DAIŞê paqij dikin. Welatî jî dest bi vegera gund û bajarokên xwe kirine. Bi sedan malbat niha vedigerin bajarokên Sinûn û Xanesorê. Bê guman ev proses nikare tekûz bibe, heta bi temamî herêma Şingalê ji DAIŞê neyê paqijkirin. Jixwe terorîstan bombe di gelek xanî û avahiyan de bi cih kirine, loma divê di destpêkê de rewşa ewlekarî û silametê were misogirkirin û pişt re welatî vegerin. Lê piraniya Şingaliyan dixwazin vegerin ser milik û malên xwe. Gelek ji wan jî moral û cesaretê ji hebûna YPG, HPG û YBS ya li Şingalê digrin. Dibêjin eger ev hêz me biparêzin, emê bimînin, ji ber ku em dizanin ku ewê me ji dil û can biparêzin û dê ji meydana şer nerevin û me bi tenê nehêlin!.
Li Şingalê dema DAIŞ di 3 Tebaxê de dest bi êrîşê kir, gelek erebên derdorê jî cihê xwe di nava vê êrîşê de girtin. Bi sedan şervanên erebên derdora Şingalê niha di nava DAIŞê de hene. Gelek ji wan li ser destê hêzên Kurdistanî ve hatin kuştin. Di vê dema dawî de çend perlemanterên ereb yên ji heremê îdadikin ku Êzîdî tola xwe hiltînin û êrîşî gundên ereban dikin!.
Bi taybetî eşîrên Mitêwit û Xatûnî bi DAIŞê re hevkarî kirin û beşdarî fermana li dijî Êzîdiyan bûne. Bi sedan ji endamên van her 2 eşîreyan tevlî êrîşa kuştin û talankirinê bûn. Her weha gelek jin, keç û zarokên Êzdiyan jî bi destê wan hatin hêsîrkirin û li sûkan hatin firotin. Loma divê hesab ji van kesan were xwestin. Divê ev eşîr bi kêmanî wan kesên ku Êzdî kuştine radestî edaletê bikin, an jî eger eşîreyên wan pişta van qatilan bigrin, divê ew bi temamî herema Şingalê terk bikin û ji xwe re cihekî din bibînin. Bila herin herêmên ku DAIŞ lê serdest e.
Heman gotin dikare ji bo hinek eşîrên ereb yên kantona Cezîrê jî were gotin. Bi taybet yên li herêmên Til Hemîs, Serêkaniyê û Til Temirê. Ev kes divê biryara xwe bidin, ya ewê dev ji alîkariya DAIŞê berdin û tevî rêveberiya Kantonê bibin û têkevin nava sîstema parastinê yan divê bi temamî herin herêmên “xîlafeta“ DAIŞê li Dêr Elzor û Reqayê û serweriya kesên ji Tûnis û Çaçanistanê hatine li ser xwe qebûl bikin. Ji xwe em ji bîr nekin ku DAIŞ bi sedan ji ciwanên eşîrên Bûnimir û El-Şîtat yên erebên sunî kuştin, tenê ji ber ku li dijî desthilatdariya wê rawestiyan.
Iro gelê kurd li Rojava û Başûr li dijî DAIŞê şerê hebûn û nebûnê dike. Li dijî vê rêxsitina xwînmij û tarî, ya ku li ser astek navnetewî alîkariyê ji dewletên mîna Tirkiyê û Qeterê digre, bi sedan şehîd daye. Ev şer ne tenê şerê parastina kurdan e, lê yê parastina ereb, suryanî, asûrî û hemû bîr û baweriya ye. Şerê ji bo parastina rûmeta mirovayetiyê. Şerê tevahiya şaristaniyê li dijî berberî û komkujiya ye. Loma divê her kesê ku serweriya DAIŞê qebûl neke û naxwaze li jêr desthilatdariya wê bijî, tevî vî şerî bibe an jî bi kêmanî li dij dernekeve.
Gelê kurd bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Kurdistanê neqeşeya heremê ji nû ve diyar dike. Demokratî û biratiya gelan bi cih dike û bê ku ferq û cûdahiyê bixe nava tu netew, ol û mezheban heremên xweser ava dike. Loma divê her kes bi nasnameya xwe beşdar bibe û bi dijminên ji derve hatine re hevkariyê neke. Hes kesê ku hevkariya bi dijmin re bike û hewl bide Kurdistanê xerab bike û têk bibe, divê hesab bi şêweyekî qanûnî jê bê xwestin. Li Şingal û Kantona Cezîrê divê her kes serweriya xweser nas bike û beşdarî rêvebiriyê bibe. Hevkariya bi DAIŞ, AKP an Koalsyona nijadperest ya muxalefeta Sûriyê divê bi şêweyekî qanûnî mîna sûc were naskirin…