Welatên Ewrûpa rastî êrîşên tundrawên îslamî yên siyasî û alîgerên rêxisitina terorê DAIŞ´ê tên. Jixwe beriya çend mehan DAIŞ´ê eşkere kiribû ku ew ê ji endam û alîgerên xwe bixwaze ku ew bi hemû şêweyan êrîşî sivîl û nuqteyên aborî û eskerî yên welatên Ewrûpa û Emerîkayê bikin. Wek encama vê banga şer, me di mehên derbasbûyî de dît ka çawa bi dehan êrîş li Emerîka û welatên Ewrûpa li dijî sivîlan pêk hatin. Di encama van êrîşan de bi sedan kesên bê sûc hatin kuştin.

Di destpêkê de divê mirov bibêje ku ev senaryoya van êrîşên niha, di gelek texmînan de dihat vegotin. Siyaseta welatên Rojavayî li hemberî herema Rojhilata Navîn û hevkariya van welatan bi rêxsitinên Îslama siyasî yên faşîst re, zemînek baş û amedekariyeke mezin li cem bi hezaran ciwanên Misilman ên welatiyên van welatan, amede kir. Wekî din siyaseta li himberî penaberan jî, ya ku nexasim Elmanya serkêşiya wê dikir. Ev siyaseta vekirina deriyê penaberiyê bê reqîb û bê hesab ji bo DAIŞ´ê derfeteke zêrîn bû. Vê rêxsitinê gelek şervan û alîgerên xwe mîna “penaber” derbasî Elmanya û welatên din ên Ewrûpayê kir.

Welatên Ewrûpa destekeke mezin dan Îslama siyasî ya global. Li Rojhilatan Navîn rêxistinên Îslama siyasî wek “amûr” ji xwe re bi kar anîn. Ev yek li Efxanistan, Îran, Siûdî Erebistan û Tirkiyê kirin. Wan qet hesab nedikir ku rojek dê were, ev rêxistin dê ji kontrolê derkevin û li dijî Emerîka û Ewrûpayê dest bi teroreke dijwar bikin. Îstîxbaratên welatên Rojava gelek ji van rêxsitinan anîn ser piyan. Ew xurt û bi gewde kirin. Li Efxanistanê li dijî Yekîtiya Sovyetê, bi alîkariya welatên Kendava Farisî “El Mucahidîn” finanse kirin. Ji wan “El Mucahdînan” rêxsitina El Qaîdayê peyde bû. Ji vê jî DAIŞ derket holê. Emerîka bi xwevekişîna bi lez ya ji Iraqê, sala 2009´an û 2010´an valahiyek çêkir ku bû sedem ku DAIŞ derkeve holê. Ev ji bilî destekdayina rêxistinên mîna AKP´ê û Birayên Misliman, ku qaşo “Îslama nerm” temsîl dikirin û niha bi awayekî eşkere bûne hevalbend û parastvanên DAIŞ´ê.

Her weha welatên Ewrûpa siyaseteke çewt li hemberî milyonan Misilmanên li van welatan, meşand. Bi rêya destekdayina rêxistinên Îslama siyasî, civakên Misilman li Ewrûpa hatin radîkalîzekirin. Rêxistinên Îslama siyasî di hundirê civakên Misilman de geto ava kirin. Fikrên nifret û kînê li dijî dewletê û welatiyên ne-Misilman belav kirin. Welatên Ewrûpa bê konsept tevgeriyan, kar û barên civakên Misliman dewrî van rêxistinan kir. Wek encam, pêla tundrawiyê bilind bû û ev civak hate radîkalîzekirin. Koma Selefiyan derket û dikarîbû ji tevahiya Ewrûpaya rojava bi qasî 10.000 ciwanî tevî nava hêzên DAIŞ´ê li Iraq û Sûriyeyê bike. Niha hikûmetên ewrûpî hewl didin vê rastiyê binixumînin û nehêlin ku kitekitên wê li ser medyayê belav bibin. Ew ji berzbûna partiyên rastgir yên li dijî biyaniyan ditirsin.

Dewleteke mîna Elmanya ku di nava salekê de bi qasî milyonek penaber vehewand, bêyî tu amedkarî yan jî hebûna konsepteke întegrasyonê, niha di bin vî barî de dinale. Misilmanên penaber yên ji ber Îslama siyasî reviyane, niha radestî rêxistinên tûndraw û selefîstan tên kirin. Hikûmeta Elman jî vê yekê qebûl dike û bi çavê hevkariyê li van rêxistinên Îslama siyasî ( DITIB, Milli Görüş, Birayên Misliman, Selefîst…) dinihêre. Em dibînin ka çawa Misilman ji aliyên van rêxistinan ve tên radîkalîzekirin. Zarokên piçûk turban/hîcab li ser wan tê ferzkirin. Ji dersên avjeniyê tên bêparkirin. Sînorên mezin di nava wan û beşên din ên civakê de tên avakirin. Ev pêvajo, bi hevkariya hikûmeta Elman û rêxistinên Îslama siyasî pêk tê.

Eger welatên Ewrûpa bixwazin dawiyê li terora Îslama siyasî bînin, divê hevkariya xwe ya bi AKP´ê û welatên Ereb yên paşketî re bi dawî bikin. Divê rêxistinên Îslama siyasî yên ku civakên Misilman radîkalîze dikin, bigrin û biqewirînin. Divê derfetê bidin aliyên laîk, reformxwaz û nûjen û destûrê bidin prosesa reformkirina Îslamê. Jixwe, gelê Kurd û rêxistinên wî yên li Ewrûpa jî dikarin bi roleke ber bi çav rabin di reformkirin û nûjenkirina Îslamê de. Oldarên Kurd dikarin vî karî bidin ser milê xwe, lê divê hevkariya Ewrûpa ya bi faşîzma AKP´ê û Îslama siyasî re bi dawî bibe.