Bi ser de jî pêr artêşa Tirk ji hewayê ve careke din herêma bakurrojavayê Minbicê bombebaran kir. Li ser mijarê me ji berdevka Partiya Çep (Die Linke) ya Elman a mijara bergiriyê parlemantera federal Chiristine Buchholz pirsî, Elmanya li Sûriyê bi balefirên Tornado yên keşfê agahiyan berhev dike û ev agahî gelo dikarin bikevin destê Tirkiyeyê jî.

Di bersiva xwe de Buchholz got, “Hikûmet dibêje, agahiyên ku artêşa federal a Elman berhev dike li ser Sûriyê û Iraqê, digihîjin Tirkiyeyê jî ji ber ku ev agahî li hemû neteweyên ku beşeke in ji qaşo Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê vekirî ne.”

Bi her halî li ser pirsa, ka gelo piştî parvekirina agahiyên ti tesîra artêşa federal a Elman dimîne yan na jî, Buchholz got:”Piştî ku agahî tên parvekirin, êdî ti kontrola artêşa federal nîne li ser wê yekê ka kî çawa van agahiyan bi kar tîne. Niha em dizanin ku Hêzên Tirk jî ketine nav erdên Sûriyê, ev yek bi temamî tevgereke bêpersiyarane û bi tehlûke ye. Bi ya min, divê hikûmeta Elman qet nebe êdî ji vê operasyonê vekişe.” 

Trittin jî hişyar kir

Parlamenterê Partiya Keskan ê ji polîtîkaya derve berpirsyar Jurgen Trittin jî hişyar kir ku xeter heye balafirên Elman li dijî Kurdan werin bikaranîn û xwest, balafir werin vekişandin. Endamê Meclîsa Federal ê Partiya Keskan Jurgen Trîttîn li Stenbolê di civîna NATO’yê de ji Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) re axivî û diyar kir ku tehlûke gelekî mezin e ku agahiyên ji van balafiran werin girtin, li dijî milîsên Kurd ên li Rojava werin bikaranîn û ji NATO´yê jî xwest ku hevkariya çekan û a leşkerî ya bi Tirkiyeyê re bisekinîne. 

 BERLÎNLUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT