
Li Pirtûkxaneya Endeşe ya Kerkûkê ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdisanê ve semînerek bi mijara “Li Dijî Zayendparêziyê, Jiyana Azad” hat lidarxistin. Endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê Evîn Zîlan di semînerê de anî ziman ku jin tê wateya jiyanê û got: “Di rastiyê de jin jiyan e. Ji xwe ‘Jin-Jiyan’ heman wateyê digire. Lê ji vê rastiyê îro tu tişt nemaye.”
‘Rola jinê ji holê rakirine’
Zîlan diyar kir ku dixwazin vê yekê li ser jinê bidin ferzkirin û wiha axivî: “Di xwezaya jinê de ji bo pêşxistina civakê mîsyoneke pêşengtiyê heye. Lê di rewşa îro de jin ji vê pozîsyonê hatiye dûrxistin. Wisa li vê rewşê kirine ku jin jî neçar maye û ev rewş qebûl kiriye û vê weke qederekê dibîne.” Zîlan destnîşan kir ku derbaskirina vê enceq bi rêxitinkirina jinan û têkoşînkê mumkîne.”
KERKÛK