BERHEM LETÎF / ROJNEWS
Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Nîsanê li Îmraliyê piştî 21 salan cara yekemîn bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Rêber Apo di axaftina xwe de piranî li ser rewşa Başûrê Kurdistanê rawestiya û ji bo çareseriyê jî diyar kir ku sala 1982’yan bi Îdrîs Barzanî re peymaneke ji 10 xalan pêk anîne, ev peyman dikare bê aktualîzekirin û li gorî peymanê divê êdî di navbera Kurdan de xwîn nerije, şer pêk neyê.
Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî ku ji nêz ve Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye, têkildarî naveroka peymanê û protokola sala 1982’yan axivî.
Pênciwênî têkildarî qonax û mercên peymanê got, “Wê demê PDK’ê dirûşma aştiyê li gel hêzên siyasî dabû destpêkirin. Ji YNK’ê dest pê kir, li gel Mam Celal li Tehranê aştî pêk anîn. Îdrîs Barzanî pêşengtî ji vê pêvajoyê re dikir. Di vê çarçoveyê de nêzî PKK’ê û Birêz Ocalan bû.”
Pênciwênî bal kişand ser naveroka peymanê û got: Pêwîst e, hêzên Kurdî bi hev bişêwirin û divê her alî şerê Kurd bi Kurd weke sûc binasin.”
Yekbûna eqlê siyasî
“Endamê Berê yê Polîtburoya PDK’ê Felekedîn Kakeyî yê wê demê bi Îdrîs Barzanî re beşdarî danûstendinên li gel PKK’ê dibe û têkildarî xisûseke li ser yek ji xalên peymana 1982’yan di axaftineke xwe de jê re dibêje: “Yek ji xalên peymanê ew bû ku ji bo çareserkirina pirsgirêka siyasî û aborî divê fikra Marksîst weke bingeh bê girtin. Paşê dema PDK di nav xwe de li ser peymanê dişêwere, li ser vê nakokî çêdibe, ji ber ku wê demê li Îranê bûn. Lewma Îdrîs Barzanî vedigere cem Serok Apo. Serok jî jê re dibêje, ev ne pirsgirêk e, pirsgirêka sereke yekbûna aqlê siyasî yê hêzên Kurdî ye. Pirsgirêka esasî ew e ku Kurd bi destê Kurd neyê kuştin.”
‘Dagirker serkêşê vî pîlanî ne’
Mihemed Emîn Pênciwênî der barê rewşa Zînî Wertê de jî hişyar kir û got, “Eger rewşa niha li Zînî Wertê rû dide veguhere şer, armanca yekemîn ji bo zerargihandina PKK’ê ye. Duyemîn jî ji bo jiholêrakirina pêvajoya siyasî ya li Başûr e. Serkêşiya vî pîlanî jî Tirkiye, Erdogan, Îran, Iraq û Sûriye dikin. Lewma bi taybet daxwaz li her sê hêzan li PKK’ê, PDK û YNK’ê dikim, vî planî têk bin.”
Pênciwênî têkildarî daxwaza Rêber Abdullah Ocalan a ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd jî wiha axivî: “Birêz Ocalan tiştan beriya rû bidin dikare bixwîne û binirxîne. Niha Birêz Ocalan serwexttir metirsiya li ser gelê Kurd fêm dike, his dike. Lewma balê dikişîne ser yekrêziya Kurdan û daxwaz dike ku Kurd şerê Kurdan nekin.”