
Nakokiyên nava ENKS´ê
Mûsê diyar kir 6 partiyên di nav ENKS’ê de hene dixwazin di nava Koalîsyona Niştimanî Sûriyê tevlî Cenevre-2 bibin û wiha got “Cenevre-2 yek ji wan mijarên me nîqaş kir. Li gora hêzên navneteweyî diyar kirin ku wê di 22'ê Çileyê de pêk bê. Me ew mijarê baş nîqaş kir. Lê hinek hesabên cuda hebûn. Wek hûn jî dizanin Encumena me tevlî Koalîsyona niştimanî bûye û berjewendiyê xwe di wê de dibîne. Nabe ENKS derveyî Koalîsyonê tevbige û ger tevbigere wê demê dê nakokiyên din derkevin. Me di nava civînê de nîqaş kir ku em wek Kurd beşdarî civînê bibin, ev berî niha wek biryara ENKS’ê bi xwe jî bû. Lê Yekîtiya Siyasî ku xwe wek Emîrê ENKS’ê dibîne û hinek aliyan di nava ENKS’ê li derdora xwe kom kiriye, ev biryara ENKS’ê binpêkirin. Di nava ENKS’ê de 6 partî hene dixwazin di nava Koalîsyona Niştimanî Sûriyê herin civîna Cenevre-2.”
Serbixwe çûna Cenevre
Li ser pirsa divê Kurd di mijara Cenevre-2 de çawa tevbigerin Mihemedê Mûsê da zanîn ku ew wek Partiya Çep dixwazin bi şandeyek serbixwe beşdarî civîna Cenevre-2 bibin û wiha gotinên domand “Em wek partî her çend em jî beşek ji ENKS’ê ne, em bawer dikin ku bi çi navî dibe bila bibe divê Kurd wek hêzek bi navê xwe beşdarî civîna Cenevre-2 bibin. Ev bi ser navê Desteya Bilind dibe, li ser navê her du meclîsan dibe, wek hêzekî kurdî dibe ne girînge, lê divê li ser navê Kurdan be. Yên bixwazin di bin banê Koalîsyona Niştimanî Sûriyê biçin, yan jî dibin banê hin Heyet El- Tensîk biçin wê nikaribin bi temamî nûnertiya Kurdan bikin. Ji bo wê jî em eşkere dibêjin divê Kurd serbixwe beşdarî civîna Cenevre-2 bibin û wek Kurd em Sûriyekî çawa dixwazin, ji bo Kurdan ku neteweyek bingehîn a li Sûriyê ye em çi dixwazin eşkere bînin ziman.”
Li Hewlêrê tifaq çênebû
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê nîqaşên civîna Hewlêrê bibîrxist û destnîşankir ku di civîna li Hewlêrê de biryara her du meclîsan; gotina çavê şeliqî ji çavê kor çêtire û wiha got “Mijara Cenevre jî wiha hate nîqaşkirin ku Kurd dibêjin çavê şeleqî ji yê kor çêtire. Wek pêwîst biryarek nehat girtin. Yanî diviyabû biryarek wiha bihata girtin ku emê wek herdu Meclîsan beşdarî civîna Cenevre-2 bibin. Meyê bandor li hêzên herêmî û navneteweyî bikra ku hûn bê Kurdan nikarin pirsgirêka Sûriyê çareser bikin. Em zanin hin ji wan naxwazin pirsa Kurd bibe mijarek ji civîna Cenevre-2. Ger qebûl nekirina em wek şandeyek serbixwe beşdarî civînê bibûna, wê demê meyê civînê boykot bikira. Wê demê dê rola me zêdetir bibûya. Lê tişta di civîna MGRK û ENKS bû ez nikarim bêjim tifaq bû.”
Avakirina rêveberiyê heq e
Mûsê diyar kir mafê Kurdan e ku rêveberiya xwe ava bike û wiha got “Em wiha li rêveberiya xweseriya demokratik dinêrên. Du aliyê wê hene. Yek di aliyê xizmetê de ye ku ev demeke cihê rejîm jê hatiye derxistin valatiyekî heye. Saziyên hene, karê xwe dikin jî, lê divê êdî sîstemek hebe. Ji aliyê din jî ewlehiyê de ye, ji bo ew çîroka hin hêz dibêjin, parastin ji aliyê partiyek tê kirin bifilitin. Yanî wek gelên her cihî meclîsê xwe ava bikin, rêveberiyekî ava bikin. Lê ev rêveberî ne çareseriyekî dawiye, jiber wê jî navê rêveberiya demî ye. Lê wê bingehek be ji bo gelê me. Bi Kurd, Ereb, Suryan, Kildan, Asûr, Çeçenê xwe dikarin rêveberiya xwe bikin. Di dema pêşiya me de dê revberî saziyê xwe avabike û wê di her warî de xwe pratîk bike.”
Têkiliyên ENKS'ê û koalîsyonê
Mûsê di dawiyê axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hinek partiyên din ên di nava ENKSê de beşdarî Rêveberiya Demî bibin. Lê ji ber ENKS’ê îradeya xwe teslîmî Koalîsyona Niştimanî Sûriyê kiriye, beşdarî rêveberiyê nabe û wiha gotinê xwe bi dawî kir “ENKS ji ber beşdarî Koalîsyona Niştimanî Sûriyê bûye, nikare derveyî wan biryar bide. Jixwe Koalîsyona Niştimaniya Sûriyê berî niha nêrîna xwe der barê rêveberiyê dabû, eşkere kiribû ew bi tu şêwazî rêberiyê qebûl nakin. Niha ENKS îrada xwe spartiye Koalîsyonê, jiber wê jî nikare derveyî îrada koalîsyonê tevbire.”
AZÎZ KOYLUOGLÛ/QAMIŞLO