Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê Kurd bi şandeke serbixwe di bin navê Desteya Bilind a Kurd de beşdarî kongira Cenevre 2 bibin. Her wiha diyar kir ku hin aliyên Kurd ên di bin ejindeyên hêzên hundirîn û herêmî de yên li dijî gelê Kurd û doza wê dixebitin û ji bo berjewendiyên xwe yên teng tevdigerin. Daxuyaniyê bang li hemû aliyên siyasî yên Kurd kir ku bi berpirsiyartiyeke siyasî û dîrokî tevbigerin.

Di daxuyaniyaPartiya Aştiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyêde ev tişt hatin gotin: “Di dema hemû çav li kongira Cenevre 2 ne, em wekî Partiya Aştiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê lidarxistina vê kongireyê pêwîst dibînin. Çareseriyeke aştiyane li gorî daxwazên hemû pêkhateyên Sûriyeyê ji bo jiyaneke azad û bi rûmet pêk were. Şerê ku bi deh hezaran qurbanî dan û bi milyonan welatî perîşan û koçber kir were bidawî kirin. Divê di navbera hemû aliyan de meclîs an desteyek demî ku hemû mafê biryardayîn bi dest da be were avakirin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gorî agahiyên destpêkê opozîsiyon dê bi sê şandeyan (Koalîsiyon, Desteya Kordînasyona Niştimanî ‘Heyet El-Tensîq’ û Desteya Bilind a Kurd) beşdarî civînê bibe, ev tişt ne li gorî berjewendiyên hin hêzên hundirîn û herêmî yên li dijî gelê Kurd û doza wî ne. Li aliyekî din hin aliyên Kurd ku li gorî berjewendiyên van hêzan tevdigerin û naxwazin Kurd bi yek dengî tevlî kongira Cenevre 2 bibin û hewil didin ku Kurd di nava Şandeya Koalîsiyonê de beşdarî civînê bibin.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji ber vê yekê em wekî Partiya Aştiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê ji bo mafê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê were parastin, pêwîste Kurd bi şandeyeke serbixwe û bi navê Desteyta Bilind a Kurd biçinkongireya Cenevre 2 da ku ev derfeta dîrokî ji destê Kurdan neçe.”

HESEKÊ