Koordînasyona ku ji KCD; BDP, DOKH, KADEP, OSP, DDKD, Hereketa Îslamiya Gel û Însiyatîfa Azadî pêk tê bal kişandin ser rewşa xetimandî ya pêvajoya çareseriya demokratîk û ji bo rêveçûna pêvajoyê ev pêşniyar rêz kir:

- Em pêwîst dibînin ku pêvajoya agirbestê ya navbera PKK û dewletê dewam bike û gavên li ser lihevkirine bên avêtin.
Di vê mijarê de weke "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" em amade ne bi her awayî alîkariyê bidin.
-  Ji bo rêveçûna pêvajoyê, ji bo atmosfereke demokratîk û pê bawerî derkeve holê, di dema kurt de divê ev gavên demokratîk û huqûqî bên avêtin:
-  Pêwîste hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin, Kurdî weke zimanê fermî bê qebûlkirin.
- TMK û TCK bên guhertin û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
- Ji bo Birêz Ocalan hîn bi bandor beşdarî pêvajoya çareseriyê bibe şert û mercên wî yên ewlekarî, tenduristî û azadiYê bên sererastkirin, ji bo kadro û gerîlayên PKK'ê bêdawî beşdarî jiyana siyasî bibin qanûna beşdariya li siyaseta demokratîk were amadekirin.
- Divê pergala cerdevaniyê ku veguheriye navgîneke gunehan ji holê bê rakirin, çêkirina qereqolan bê rawestandin, erdên mayinkirî bên paqijkirin, şert û mercên vegera gundan bên afirandin.
- Astengiyên li pêşiya azadiya bawerî, rêxistinbûyîn, îfade û ramanê werin rakirin.
-  Ji bo di siyasetê de edaleta temsîlkariyê têkûz bibe, qanûna partiyên siyasî bê guhertin. Navên Kurd û Kurdistanê yên me li her qada jiyanê di warê siyasî, çandî û civakî de bê bikaranîn.
- Komîsyona lêkolînkirina heqîqetan bê avakirin, bi paşerojê re rû bi rû bê kirin, ji ber pêkanînên derveyî mirovahiyê yên li hemberî Kurdan hatiye kirin, ji gelê Kurd lêborîn bê xwestin.
- Di şûna destûra bingehîn a milîtarîst de, ku çavkaniya pirsgirêka Kurd de, tavilê destûra bingehîn a azadîperest, pirrengî, wekhevî û demokratîk bê amadekirin, nasnameya Kurd û nasnameyên cuda bi destgûra bingehîn bên ewlekirin.
- Ji bo gelê xwe bi nasname û bi xwe rêve bibe, derfet bê afirandin, statuya gelê Kurd bê naskirin.
- Dewlet û hikûmeta Tirk divê derbasbûna komên çekdar a ji sînorê Tirkiyê ber bi Rojava re asten bikin û deriyên xwe yên sînor ji alîkariya însanî û bazirganiyê re veke." 

AMED