Ji bo meşê bi hezaran kes li pêşiya zanîngeha Bielefeldê civiyan. Li pêşiya korteja meşê jinên bi tevahî cil û bergên spî lixwekirî meşiyan. Kurdistanî û dostên wan di tevahiya meşê de bi belavokan xelkê bajêr li ser armanca meşa xwe agahdar kirin.


Sozdar Avesta peyivî

Piştî ku çalakger gihiştin cihê mîtîngê û piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Şengalê, ji Qadên Parastina Medyayê, Sozdar Avesta bi rêya telefonê ji çalakgeran re peyivî. Avesta komkujiya DAIŞ´ê ya li Qamişloyê kirî jî bi bîr xist, û soza rakirina tola komkujiyan da. 

Avesta li cihê mîtîngê ji çalakgeran re weha peyivî: “Komkujiya 3’yê Tebaxê ya li Şengalê û komkujiyên li Kobanê, Cizîra Botan, Nisêbîna Rengîn, Şirnex û Geverê weke hev in. Heke pêşbîniya Rêberê me nebûya, îro bi xwe jî ne mumkin bû me encamek li Şengalê bi dest bixista.

Hîna birînên Şengalê nehatine pêçan. Bi hezaran Şengalî hîna penaber in. Hîna Dîwana Edaletê ya Navneteweyî hesab nepirsiye ji berpirsiyarên fermanê. Hem hikûmeta Kurdistana Federe û hem jî hikûmeta Merkelê divê lêbihurînê ji gelê me bixwazin. PDK hîna rêya şengalê digire û ambargoyê datîne ser Şengalê. Armanc ew e miletê me erdên xwe yên pîroz bi cih bihîle. Lê belê gelê Ezîdxanê, ne yê berê ye. Wî bi fikr û îdeolojiya Rêber Apo xwe nû kir. Îro ne bi tenê Rêber Apo êsîr e, di şexsê wî de tevahiya jin, ciwan, û gelên bindest tên êsîrkirin. Ji ber vê jî îro eger mirov dixwazin weke Elewî, Suryanî, Asûrî, Kildanî bijîn, divê xwedî li Rêber Apo derkevin.”


PDK´ê Şengal da dest DAIŞ´ê

Ji organîzatorên çalakiyê Meclîsa Jinên Êzîdî Mecbure Dundar jî got, “Beriya fermana 3’yê Tebaxê pêşmergeyên PDK’ê gotibûn, ew ê Şengalê biparêzin, lê belê paşê Şengal bi cih hiştin û reviyan. Şervanên HPG, YPG/YPJ´ê komkujiyeke gelekî mezintir asteng kir. Li ber rohniya fikrên Rêber Apo yekîneyên parastina gelê Êzîdî hatin damezrandin, meclîsên gel hatin damezrandin. Xweseriya demokratîk a Şengalê jî wê were avakirin.”


´Êşa we ya me ye jî´

Li aliyê din li ser navê civaka Asûrî-Suryanî ji keşeyên Cemaeta Suryani-Asûrî ya Delbruckê Simon Demir got, “Êşa Şengalê ne bi tenê ya gelê Êzîdî ye, ya me Asûrî-Suryaniyan e jî”

Li ser navê Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdî (NAV-YÊK), Hevserok Sabriye Sevgat jî got, “Hîna bi hezaran mirovên me di destê çeteyên DAIŞ´ê de ne. Weke miletê Kurdistanê divê em xwedî li wan derkevin û û wan azad bikin.”



HAKKI DİNÇ / BIELEFELD