Buruoya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Ocalan da û got, “Bêyî ku dereng be, li gorî berpirsyariya hiqûqî û nirxên mirovî di serî de heqê serdanê, divê heqên parastin û têkilîdanînê yên Ocalan hemû werin pêkanîn.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, piştî hevdîtina Mehmet Ocalan abi muwekîlê wan re, têkildarî tecrîdê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat got, geşadeneke girîng e ku bi Ocalan re hevdîtin pêk hatiye û rewşa wî ya tenduristiyê baş e. Di dewamê de hat gotin, nayê qebûlkirin ku Ocalan û 3 girtiyên din ên li Imraliyê ev demeke dirêj e destûr nayê dayîn ku bi malbatên xwe re hev bibînin.


‘Sîstema derhiqûqî ya tecrîdê dewam dike’

Buroyê îşaret bi ne hiqûqîbûna tecrîdê kir û got, “Ev diyar e ku perîyoden hevdîtinên yên li meh û salan belavbûyî, nikarin tecrîda xweserî sîstema Imraliyê bişkîne. Serdana malbatî ku heqê herî qanûnî ye û di serdemeke wiha de ku têkildarî Ocalan daxwazên hiqûqî, siyasî û civakî zêde bûne, bi awayekî sînordar pêkanîna hevdîtinan, tê wê wateyê ku hevdîtin weke amûr tên bikaranîn.“

Buriaya Sedsalê bi bîr xist ku parêzerên wî bi Ocalan re ev 5 sal in ku hevdîtinan pêk nayînin û wiha dewam kir: “Ev bi serê xwe jî ispata wê ye ku li Imraliyê sîstema tecrîdê, binpêkirina heqê xweparastinê û statûya pergala Imraliyê ya derhiqûqiyê berdewam e. Heq û azadiyên sereke li gel divêtiyên norm û nirxên hiqûqî ne jî, di bin ewlehiya qanûnî de ne.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN