
Komcivîna KNK’ê dawiya hefteyê li Kerkûkê pêk hat. Aliyên siyasî, rewşenbîr û çalakvanan peyamên xwe dan. Mijara sereke ya gotûbêjan jî nebûna dîplomasiya neteweyî, nebûna siyaseta neteweyî û nebûna Kongreya Neteweyî ya Kurdan bû.
Di roja duyemîn de Komxebata KNK’ê doh dewam kir. Doh pozisyona Kurdan di cîhan û Rojhilata Navîn de, her wiha rola Başûrê Kurdistanê di siyaseta neteweyî de hatin minaqeşekirin.
Komxebata KNK’ê ya bi dirûşmeya ‘Şêwira Neteweyî Li Ser Rewşa Başûrê Kurdistanê, Helwest û Piştgirî’ di roja duyemîn de dewam kir. Rola Başûrê Kurdistanê di siyaseta neteweyî de doh hat gotûbêjkirin. Çav li rê ye ku encama nîqaşan bi daxuyaniyekê ji raya giştî re were eşkerekirin.
Dîplomasiya me ne netewî, hizbî ye
Li ser girîngiya dîplomasiya serbixwe û li gorî berjewendiyên gelê Kurd, fikra partiyên Kurd li ser wê yekê gihişt hev ku dîplomasiyeke neteweyî ya Kurd nîne, bileksê wê, dîplomasiyeke hizbî heye.
Di rûniştina doh serê sibê ya Komxebatê de beşdaran behsa girîngiya dîplomsiyê ji bo Kurdan kir ku Kurd hê jî xwedî dîplomsiyeke serbixwe nînin. Weke encam hat gotin, partiyên Kurdî tenê di asta partiya xwe de dîplomsiyê dimeşînin û bi awayekî neteweyî tev nagerin.
Nûnerê PYD’ê li Başûrê Kurdistanê, Xerîb Hiso got: “Têkoşîna Kurdan li dijî DAIŞ’ê Kurd bi cîhanê da naskirin. Lê Kurd di dîplomsiya xwe de lawaz mane û ev yek jî pêşiya gelek destketiyan digire.”
Hiso bal kişand ser peywendiya siyasetê bi civakê re û wiha axivî: “Ger gel û siyaset ji hevdu cuda bin, siyaset nikare encamê bigre. Lê belê ji ber ku xebatên me yên dîplomasiyê li ser esasê hizban e, em encamên pêwîst nikarin bigirin. Di warê leşkerî de welatên derve niha me cidî digrin lê belê di warê siyasî de hê jî di asta ku tê xwestin me cidî nagirin. Ev jî kêmahiya me ye.”
‘Hêzên derve Kurdan bi kar tînin’
Di dewama axaftina xwe de Mihemed Elî got: “Li Başûr dîplomasî bûye hizbî. Dîplomasiya heyî jî li dijî hev du ye, hev du di asta navneteweyî de reş dikin. Li ser asta cîhanê de nexasim Başûr wek şerker tê bikaranîn. Pêşmerge tê bikaranîn, nimûneya wê jî şerê bi DAIŞ’ê re ye. Hêzên derve, Kurdan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ji bo wê jî divê em xwe ji vê pozisyonê derxin.”
Kongre Netweyî bûye xewnek
Fetullah Husênî li ser navê Partiya Çep a Kurdên Sûriyê axivî û got, “Ezmûna 25 salan a hikûmeta Herêma Kurdistanê gelo çiqas kariye xizmeta parçeyên din ên Kurdistanê bike. Ne tenê xizmeta tevahiya Kurdistanê, xizmeta xwe jî nekiriye. Kongreya Neteweyî ji bo me bûye xewnek. Di rewşekê de ku em di şerê bi DAIŞ’ê re bûne yek. Lê çima em nikarin di warê siyasî û dîplomasiyê de bibin yek? Nakokî hemû hizbî ne, divê partiyên siyasî yên sereke li Kurdistanê nakokiyan deynin aliyekî.”
Grîngiya helwêsteke neteweyî derket pêş
Di roja yekem a Komcivîna KNK’ê ya bi dirûşmeya ‘Şêwira Neteweyî Li Ser Rewşa Başûrê Kurdistanê, Helwêst û Piştgirî’ a li bajarê Kerkûkê de pêr jî minaqeşeyên girîng hebûn. Pirraniya partiyên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku ew vê xebata KNK’ê baş dibînin û wek gaveke erênî nirxandin.
Di Komcivînê de aliyên siyasî di serî de PDK’ê diyar kir ku ew ji bo her xebateke ku xizmeta yekîtiya neteweyî bike, amade ne. Li hemberî vê yekê gelek alî û rewşebîran bal kişand ser daxistina parlamentoyê û nebûna hikûmetê. Her wiha rexne li aliyan girtin ku divê demekê ji ya din zûtir, ji bo aktîvkirina parlamentoyê gavan biavêjin.
Di rûniştinên pê de her wiha behsa destketiyên li Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê hat kirin ku divê bi helwêsteke neteweyî xwedî li van destketiyan were derketin. Hat gotin ku di serî de partiyên siyasî li Başûr û li parçeyên din berjewendiyên xwe yên hizbî deynin aliyekî û bi bîra neteweyî werin gel hev.
Paytext hatiye daxistin
Di Komxebata KNK´ê de hin mijarên ku beşek in ji krîza siyasî ya heyî ya Başûrê Kurdistanê jî hatin minaqeşekirin. Endamê Rêveberiya Tevgera Goran, Mihemed Elî îşaret bi vê krîzê û sedemên wê kir. Wî di vê çarçoveyê de bal kişand ser mafê welatiyan ê di birêveberiya Başûrê Kurdidstanê de û wiha axivî:“Divê mafê welatiyan baş were naskirin. Her kes divê ji berhemên vî welatî sûdê wergire. Bi nêrîna me paytexta Herêma Kurdistanê hatiye daxistin. Hemû sazî û dezgeh ji aliyê partiyekê ve hatine desteserkirin. Tevî ku em behsa yekîtiyê dikin, lê belê ji ber ku baweriya me pê nîne, di pratîkê de tiştek nîne.”