Parlementerê Danîmarkayê, Soren Sondergaard diyar kir ku ew girîngiyê dide grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Ocalan û xwest ku Ocalan serbest bibe.

Li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya Kurdistaniyan a li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê dewam dike û piştgiriya bi berxwedanê re jî zêdetir dibe.

Parlementerê Enhetslistan (Lîsteya Yekîtiyê) Soren Sondergaard û Nûnerê Forûma Kurdîsk hatin serdana konê çalakiyê û ji ber têkoşîna biryardar a çalakgerên greva birçîbûnê, ew pîroz kirin.

Sondergaard diyar kir ku dewleta Tirk ji bo jiholêrakirina destketiyên gelê Kurd êrişên xwe zêdetir kirine û bal kişand ser wê yekê ku ew li ser navê Lîsteya Yekîtiyê vê polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî demokrasiyê şermezar dikin. Sondergaard xwest dawî li tecrîdê bê û Ocalan bê serbestkirin.

Sondergaard wekî din got, ew ê ji parlamenteran komîteyekê ava bikin û hewl bidin biçin serdana Leyla Guvenê.

Li qada navenda Kopenhagenê Kurdistanî greva birçîbûnê didomînin ji bo teşhîrkirina êriş û qetlîamên dewleta Tirk û tecrîdkirina Ocalan belavokan belav dikin. Çalakgerên greva birçîbûnê Tirkiyeyê teşhîr dikin û sloganên ji bo azadiya Ocalan dibêjin.

Çalakiyên grevê birşîbûnê li Elmanyayê, Frankfurt, Koln, Stuttgart, Berlîn, Nurnberg jî di navê de li 8 bajaran û li gelek bajarên Ewrûpî grevên birçîbûnê bi heman armancê dewam dikin.

 

KOPENHAGEN

 
 

Li Adigeyê jî greva birçîbûnê dest pê kir

 

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan, Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê jî dest bi greva birçîbûnê ya hefteyekê kir.

Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê û Organîzasyona Jinên Kurd a Adigeyê çalakiyê organîze dikin û 15 kes beşdar dibin.

Hevserokên Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Tahîr Ahmet û Sînem Broyeva diyar kir ku ji bo dawîanîna li tecrîdkirina Ocalan wan dest bi greva birçîbûnê kiriye û di şexsê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan silav kirin.

 

KOPENHAGEN/ADIGEY