Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Soçiyê ê Rûsyayê hate şermezarkirin. 

Li bajarê Soçî yê Federasyona Rûsyayê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan civînek hate lidarxistin. Civîn ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Soçî ve hate organîzekirin û li salona konferansê ya Business Center Park Otelê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, siyasetmedarê Kurd, Adil Cotkar axivî û got, “Gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê xwe li çar aliyên cîhanê rabûye ser piyan. Ji rakirina tecrîdê wêdetir ji bo azadiya Ocalan li ser piyan e. Hikûmeta AKP’ê ya faşîst û hevkarên wê, ji bo vîna gelê Kurd bişikînin, Ocalan dîl digirin. Hêza gel wê van pêkanînan ji holê rake.”

Di civînê de beşdaran jî niêrîna xwe anî ziman û tecrîd şermezar kir. 


ANF / SOÇÎ