Hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û parlamenê çav li rê ye sala 2017´an pêk bên. Der barê mijarê de Parlamentera YNK’ê li Parlamena Herêma Kurdistanê Telar Letîf got, ew bawer nake hilbijartin di dema xwe de bên kirin û wiha dewam kir; “Heya niha qanûna Serokatiya Herêmê nehatiye nûkirin û ev qanûn jî bûye sedema cemidandina xebata parlamenê û derketina holê ya krîzên siyasî yên li Herêma Kurdistanê. Ger parlamento neyê aktîvkirin, ne gengaz e ku hilbijartin pêk werin.”

Telar Letîf îşaret bi nûnekirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê jî kir, ew wekî hizbî û neqanûnî bi nav kir û got, ji bo çareserkirina krîza siyasî divê ev qanûn were nûkirin. 


GERMIYAN