Çalakvanên Hewlêrê hewildanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yên ji bo yekîtiya neteweyî û komkirina hêzên Kurd gavek baş û girîng dibînin û dibêjin; “Pêwîst e ku partî hemû lihevkirina şerefê mor bikin. Ji ber ku bêtifaq nikarin bigihîjin ti armancê.”

Civînên ji bo helwesta neteweyî

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî ku di bin banê KNKê de ji 34 partî û rêxistinan pêk tê, nûnerên dehan partî û rêxistinan û gelek kesayetên Kurdistanî, di 27.07.2019’an de li Brukselê, di Civîna Helwesta Neteweyî Li Hember Dagirkeriya Dewleta Tirk de kom bûn. Piştî civînê Pêkhateyên civîna Helwesta Neteweyî ya KNK’ê bang li KCK, PDK, YNK û hêzên din ên Kurdistanî kirin ku bi lez li hev kom bibin û li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin.

Çalakvanên Hewlêrê li ser vê banga KNK’ê û hewildanên wê yên ji bo yekîtiya neteweyî axivîn.

Danûstendin û şêwr baş e

   

Nivîskar û Endamê Rêxistina Pîşeya Mamosteyan Mexdîd Hacî: Bêguman ev gavên KNK’ê gelekî di cih de ne. Bi taybetî di vê rewşa niha de pêwîst e ku aliyên Kurdistanî û siyasî di vê qonaxê de li bereyeke yekgirtî bin. Divê li dijî gefxwarinên dewleta tirk bin. Doza gelê Kurd zêdetir bi dinyayê bidin naskirin û kar li ser bikin. Bi bêtifaqiyê nagihîjin ti armancê. Çalakvan û rojnameger Fazil Ebas: Timî danûstandin, yekîtiya mala Kurdan û kombûna hêzên Kurd ên parçeyan karekî baş e, û eger niyeta wan baş be wê encam baş be. Lewma pêwîste hemû partî lihevkirina şerefê mor bikin.

 

ROJNEWS / HEWLÊR