
Ji Fermandarên HPG’ê yê Şengalê Egîd Kelar diyar kir hemû êrişên DAIŞ’ê ji aliyê gêrîlayan ve hatin şikandin lê bi taybet bûyerên vê dawiyê yên li gundê Gabara çêbûyî, egera wê yekê heye di navbera pêşmergeyên PDK’ê û DAIŞ’ê de lihevkirine hebe û ew vê yekê lêkolîn dikin.
Egîd Kelar rewşa dawî ya Şengalê bi wî rengî nirxand: “Rewşa dawî ya Şengalê û bi taybet di meha Remezanê de, çeteyên DAIŞ’ê dixwazin herêmên di bin kontrola gerîlayan de, kontrol bikin. Ji bo vê yekê êrişên mezin dikin. Êrişek xwestin di roja 17’mîn a Remezanê de bikin. Ew roj salvegera ‘Şerê Bedir’ bû. Rojek wiha êriş kirin. Ev êriş ji aliyê hêzên me ve hat şikandin. Bi vî awayî pêngava wan a yekemîn hat şikandin. Xwestin êrişên întiharî bikin. Ev ji aliyê hevalên me ve hatin îmha kirin. Pêngava wan a bingehîn ew bû, di salvegera Şerê Bedir de êriş bikin û ev êriş hat şikandin.
’Me ew agahdar kiribûn’
Kelar bal kişand ser êrîşên çeteyan yên li gundê Gabar yê ku beriya niha destê PDK’ê bû û wiha got: “Di bingeh de yekîneyeke me ji bo erkê xwe pêkbîne, çûbû wê herêmê. Li vir pêşmergeyên PDK’ê hene. Me berê ew agahdar kiribûn. Me gotibû wê hevalên me di vir re derbas bibin. Roja hevalên me çûn, DAIŞ’ê êriş kir. Pêşmergeyên li vir reviyan. Bi vî awayî gund ket destê DAIŞ’ê. Tevî vê yekê em agahdar nekirin. Li ser vî bingehî piştî hevalên me gihiştin gundê Gabara, çeteyên DAIŞ’ê ji gund derxistin. Rewşek wiha aloz heye. Rewşa em niha lêkolîn dikin, eve.”
’Dibe ku hinek kes li gel DAIŞ’ê lihev kiribe’
Kelar destnîşan kir ku ew ji bo bûyera gundê Gabar li benda daxuyaniya PDK’ ne bi wî rengî axaftina xwe domand: “Divê pêşmergeyên PDK’ê di vê mijarê de daxuyaniyekê bidin. Ji ber ku ev îhtimal mezine û dibe ku hinek di nava wan de ligel DAIŞ’ê lihev kiribin. Tişta nakok jî ev e. Yanî berî hevalên me bigihin cihê keşfê, dikevin kemîna DAIŞ’ê. Em vê weke peymanek ligel DAIŞ’ê dibînin. Bûyer vê nîşa me dide. Hevalên me li vir dikevin kemînê û piştî agahdarî dan me, me bi hêzên teqwiyê hevalên xwe parast û carek din gund ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Hinek kesên peywendiyên wan ligel DAIŞ’ê hene. Ger hevalên me zû mûdaxele nekiriban, wê piraniya Hêzên Cemaeta Êzdiyan şehîd bibûna. Li vir gerîlayan rolek serekî leyîstin. Tişta li gundê Gabara çêbûyî, eve.”
’Piştî Gabara hat rizgar kirin, pêşmerge hatin’
Kelar ragihand ku hinek çapemeniyên Kurdî rastî û berxwedana hêzên wan ji nedîti ve tên û wiha got: “ Bi taybet em ê hesabê ji çapemeniyên ku rastiyan berevajî dikin, bipirsin. Di serî de Kurdistan TV û NRT ku ti nûçegihanek wan li Şengalê nîne, lê nûçeyên derew belav dikin. Ev ne tiştek rast e. Gerîla û hêzên YBŞ’ê gundê Gabara ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar krin. Piştî gund hat rizgar kirin, pêşmerge hatin wir. Ev çapemenî van rastiyan berovajî dikin. Em van şermezar dikin. Bila werin û Şengalê bibînin, bila rastiyê bibînin. Ez wan vedixwînim, bila werin û rastiyê binivîsin. Em tiştên NRT belav kirine, napejirînin. Divê hesabê weşana şaş jî bidin. Divê gelê me jî hesab ji wan bixwaze. Bi taybet divê welatiyên me yên Êzîdî hesab ji wan bixwazin. Tişta gerilayan kiriye, dikin malê hinekên din. Em vê qebûl nakin. Yanî ger hinek xwe li ser hesabê me bidin jiyan kirin, em qebûl nakin. Ji xwe êdî her kes Rûdawê nas dike. Kanala PDK’ê ye. Divê gelê me vê yekê ne ji bo Rûdaw, ne Kurdistan û ne jî ji bo NRT qebûl neke û hesab jê bixwaze. Çapemenî çandek e. Pêwîste rastiyan vebêje û exlaq bingeh bigire. Yên ne wisa bin û gerîlayan tune hesab dikin, werin şermezar kirin.’