PDK di nava kirîzekê re derbas dibe. Piştî êrîşa DAIŞ´ê ya li ser Şingalê û vekişîna Pêşmergeyan, sawa vê partiyê heta radeyekê şikest. Derket holê ku wê ji bo parastina herem û gelê başûr tu amedekariyên cidî nekiribûn. Eger ne YPG û HPG bi hawara başûr ve biçûna, dê DAIŞ bi dehhezaran mirov bikuşta. Ev yek rastiyek e ku her kes êdî pê dizane. 

Siyaseta PDK´ê hemû çewt bû. Qaşo dostên wê, derketin nedost. Kesên ku PDK´ê êrîşî wan dikir û ew tengav dikirin, alîkarî dan. Tevgera Azadiya Kurdistanê bi hemû derfetên xwe ji bo parastina “heremên PDK” ket nava liv û xebatê. Bi sedan şehîd heta ji niha ji bo parastina Şingal, Mexmûr û Kerkûkê da. AKP´ê pişta xwe da “dostê“ xwe PDK. Li himberî êrîşa DAIŞ´ê bê deng ma. Heta ew çekên ku PDK jê xwest, meşand. Niha PDK doza 500 milyon dolarî li AKP´ê dike, lê dîsa bersiv nehênî ye. Dostanî û „hevaltiya“ PDK û AKP´ê sexte bû. Hezkirinek yekalî bû. Berovajî vê yekê, me dît ku Îranê çek ji PDK re şandin û alîkariyeke eskerî û madî da. 

Di mijarên navxuyî de jî PDK pirsgirêkan derdixe. Lidarxistina kongreyeke neteweyî red dike. Destekê dide partiyên Rojava da ku zerarê bighînin tecrubeya Xweseriyê û li cem hêzên muxalefeta Sûriyeye yên nijadperest kampanya reşkirinê li dijî PYD´ê gur bikin. PDK van hêzên marîjnal bi pereyên xwe li ser piyan dihêle. Heman tişt mirov dikare ji bo alîkariya hêzên marjînal yên li bakur jî bibêje. PDK mudaxeleyî hilbijartinên bakur dike û ji kurdan dixwaze ku ew dengê xwe bidin AKP´ê. 

Têkilyên PDK yên bi YNK, Goran û PKK´ê re ne baş in. Beriya çend hefteyan alîgerên PDK êrîşî perlemanterekî Tevgera Goran kirin û lêdan. Heyder Şeşo yek ji berpirsên Êzdiyan girt û xwest wî bi riya tehdîdê ji bo xwe bide xebitandin. Jixwe niha ji bo jinûvehilbijartina birêz Mesûd Berzanî wek serokê heremê, PDK ketiye nava liv û tevgerê. Ew bazarek li derveyî qanûnê bi her kes û aliyê re dike. Her roj daxuyaniyên tûj li dijî hêzên kurdistanî yên din derdixe û bi zimanekî tehdîdê diaxife. 

PDK zêdeyî hêz û hebûna xwe tevdigere. Ev siyaset zererê digihîne PDK û tevahiya doza Kurdistanê. PDK li başûr ne bi tena xwe ye û ne desthilatdarê her tiştî ye. Ew tenê xwediya 38 Perlementerî ji 111´an e. Her weha zêdeyî % 60´î ji herema başûr ne li jêr desthilatdariya wê ye. Lê PDK mîna hêza herî sereke li tevahiya Kurdistana mezin tevdigere. Ji ber vê baweriya zêde bixwe, ew di warê siyasî, aborî û eskerî de tengav dibe. Qaşo “dostê” wê dev jê berdidin û ew “dijberên” xwe jî hîna tengav û aciz dike. 

Daxuyaniyên dawî yên li ser zimanê serokatiya PDK´ê li himberî hêzên başûr û Tevgera Azadiya Kurdistanê derketine, gelekî xeter in. Ew pêşveçûnek nehênî ye. PDK bi riya sloganan nikare siyaseta xwe dewam bike û milet bixapîne. Ew dibêje, em ê dewleta Kurdistanê ragihînin, lê li bakur destekê dide AKP´ê. Li Rojava Xweseriyê asteng dike û hêzên marjînal li dijî sor dike. Li başûr jî Êzdiyan bê parastin dihêle û serkêşên wan digre û xiyanetê dike. Hêzên siyasî li başûr tehdîd dike, eger ew careke din birêz Berzanî mîna serokê heremê nekin namzet. Di dema ku gelek pere li vî karî xerç dike, xwe hewceyî AKP´ê dike û deynan dixwaze!.

Divê PDK li gorî giraniya xwe tevbigere û vegere xeta Kurdistanî û êdî xwe nema bispêre neyarên doza Kurdan. AKP ne dosta PDKê ye. Ew dixwaze PDK qels û hewce be da ku karibe wê kontrol bike. Cihê PDK´ê di nava hêzên Kurdistanî de ye. Ew hêzên ku bi hawara wê ve çûn û xwe ji bo gelê Kurdistanê, di nav de alîgerên PDK´ê jî, kirin qurban...