
Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan di peyama xwe ya di Ronahî TV de hat weşandin azadkirima Kobanê pîroz kir. Karayilan bang li tevahiya ciwanên Bakur, Başûr û rojhilatê Kurdistanê kir û wiha got: “Beşdarî vê serkeftinê pîroz bibin. Bila dinya tevahî rabe temaşe berxwedana keç û xortên Kurdan bike. Karayilan diyar kir ku eger bi vî rengî her kes, her Kurdek rola xwe bilîze, bi rastî berxwedana Kobanê wê bi ser bikeve, wê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk bi xwe re ava bike. Divê tevahiya Kobanê azad bibe û ji bo Sûriyeyeke demokratîk li hemberî çeteyan şer bi pêş bikeve.”
Şerê fedayiyan e
Karayilan da zanîn ku roja 27’ê çile, roja avakirina Kantona Kobanê ye û wiha axivî: “Em yekemîn salvegera kantona Kobanê di serî de li tevayî gelê me yê Kobanê û tevayî gelê rojavayê Kurdistan pîroz dikin. Beriya vê roja girîng, di 26’ê çileyê de mizgîniya rizgarkirina bajarê Kobanê bi rastî serkeftineke pir mezin e. Lê em gelê me yê Kobanê gelê hêja û gelê Kurdistanê baş dizane ku ev serkeftin bi hêsanî pêk nehat. Li hember êrîşên hovane, teknîkeke pêşkeftî, bi çekên giran, berxwedaneke pir bi wate pêş ket. 4 meh û nîv ajot. Zêdetirî 400 qehreman şehîd ketin. Li derdora hezar û 300 kes birîndar bû. Şerekî mezin ê fedayiyan hat dayîn. Di vî şerî de gelek destanên qehremaniyê çêbûn. Eger îro encameke serketî heye, bi van destanan ev encam pêk hatiye. Em ê bîranîna wan di avakirina têkoşîna azadiya Kurdistanê de bidin jiyandin.”
Karayilan destnîşan kir ku îro li Kobanê şerekî fedayiyan gihişt encameke mezin û wiha axivî: Begûman ev ruhê fedayî xwedî bingeheke bîrdozî û paşerojekê ye. Di avakirina ruhekî wiha de, Rêber Apo hê berî niha bi 36 salan, li Kobanê dest bi xebatê kir. Bingehek ava kir. Îro li ser vê bingehê ciwanên Kobanê, bi ruhekî wiha fedayî vê berxwedanê pêş dixin. Lewma em di van rojên hêja de vî serkeftina girîng li Rêber Apo pîroz dikin. Jina Kurd a Azad di vî şerî de nav, deng, îradebûna xwe û dengê gelê Kurdistanê gihand hemû cîhanê. Em jina Kurd a azad pîroz dikin. Ev serkeftina hemû gelê Kurde.”
Serkeftina hêja
Endamê Komîteya PKK’ê Murat Karayilan anî ziman ku şerê li Kobanê bêguman li hember hovîtî û faşîzma çeteyên DAIŞ’ê şerê mirovatiyê ye û wiha pêde çû: “Şerê demokrasî û azadiyê ye. Ev serkeftin serkeftina mirovatiyê ye. Serkeftina hemû kesên ku li nirxên mirovatiyê xwedî derdikevin. Û di vê serkeftinê de rola piştevaniya hêzên hevpeymaniyê yên navneteweyî heye. Ev rol roleke hêja ye. Berxwedana li Kobanê pêk hat, xwedî aliyekî neteweyî û aliyekî navneteweyî ye jî. Û ev hemû hêja ne. Di heman demê de hacetê xwe yê demokrasî û azadiyê heye. Di vê berxwedanê de gelek însanên enternasyonal beşdar bûn û şehîd ketin. Di şexsê Paramaz Kizilbaş û Kader Ortakaya de em wan bibîr tînin.”
Banga vegerê
Karayilan da zanîn ku divê were zanîn ku ev serkeftina hatiye girtin serkeftina gava yekemîn e û ev nirxandin kir: “Divê piştevanî berdewam bike. Piştevaniya gelê Kurd tevahî, piştevaniya me weke tevgerên siyasî, piştevaniya hêzên navneteweyî, ji bo hemleya duyemîn bi ser bikeve û serkeftina Kobanê misoger bibe. Divê her kes piştevaniyê bike. Berî her tiştî korîdoreke însanî divê. Piştevaniyeke xurt bê pêşxistin. Û veger divê li Kobanê çêbibe.
Li ser vî esasî banga me ji bo gelê me yê hêja, gelê Kobanê ev e; vegerin Kobanê ya şîrîn, vegerin axa pîroz. Niha zivistan e. Ne hewceye belkî qelebalixiyên pir mezin, zarok kesên bi temen, bi emir werin. Di destpêkê de yên dikarin kar bikin, dikarin avadaniyê bikin, yên şer bikin, zilam jin ên dikarin beşdar bibin werin vegerin. Werin gundan biparêzin, gundan rizgar bikin, ava bikin. Bi taybet ciwanên Kobanê divê ne li bakurê Kurdistanê, ne li başûrê Kurdistanê tu deveran nesekine. Vegerin Kobanê.”
Helwesta neteweyî hat pêşkêşkirin
Endamê Komîteya PKK’ê Murat Kariyan destnîşan kir ku berxwedana Kobanê helwesta neteweya Kurd pêşkêşî cîhanê tevahî kir û ev tişt destnîşan kir: “Li Kobanê û li Şengalê helwesta bi pêş ketiye, asta netewebûna Kurd rave dike. Gelê Kurd weke tê xwestin hem li Şengal hem li Kobanê xwedî derket. Niha vaye bajarê Kobanê rizgar bû, ji bo tevahiya rizgariya wê hemle berdewam e. Pêngava rizgariya Şengalê jî berdewam e. Divê bi ruhekî neteweyî, yekbûyî hemû deverên Kurdistanê bên rizgarkirin û bên parastin. Wisa hemû destketiyên gelê Kurd di bin parastinê de bin. Di vê der heqê de helwestên bên raberkirin, ji bo dahatûya gelê Kurd pir pir girîng e. Heqîqeta îradeya însan, heqîqeta îradeya jinê îspat kir. Û heqîqeta şoreşa Kurd îspat kir. Ji ber ku em dizanin ku gelek hêzan dixwestin Kobanê bikeve. Lê neket. Li wir îradeya însan, bi taybet di rojên destpêkê de di çi astê de dikare li ber xwe bide raber kir.”
Karayilan bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Şerê li Kobanê bû şerê rûmetê, şerê şerefê, şerê rûmet û şerefa gelê Kurd. Ji ber vê yekê jî em tevahî siyaseta Kurd û tevahî gelê Kurd, bi rastî li hemberî heqîqeta şehîdên Kobanê deyndar in. Û ev berxwedana li ser ruhê van qehremanan bimeşe wê bi ser bikeve. Hem ji bo Sûriyeyeke demokratîk bibe nimûne, hem ji bo neteweya gelê Kurd wê pêşveçûnên mezin bi xwe re ava bike. Ji ber vê, berxwedana Kobanê berxwedaneke neteweyî ye, berxwedaneke mirovatî ye, berxwedaneke demokrasî û azadiyê ye. Her “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê.”
ANF / BEHDÎNAN