
MUSTEFA MENGE
Dr. Achim Kessler yek ji wan siyasetvanên Elman e ku li eyaleta Hessenê ya Elmanyayê ji bo ku 24´ê mehê weke parlemanter biçe meclîsa Elman a li Berlînê niha zend û bend badane. Wî bersiva pirsên me da û got, ji ber ku ew ê ji bo qebûlkirina mafên wan ên sereke bixebite û li dijî qedexeya PKK´ê bikeve nava hewldanan, li bendê ye ku welatiyên Kurd ên Elmanyayê dengê xwe bidin wî û partiya wî.
Ji bo çi divê welatiyên Kurd dengê xwe bidin Partiya Çep û ji bo çi dengê xwe bidin te?
Em dixebitin ji bo wê ku tepisandina Kurdan bi dawî bibe. Hemû kiryarên weke qedexekirina PKK´ê, ku dikin ku mafê sereke yên Kurdan asteng dikin, em red dikin. Ez dixwazim em bi civaka Kurd re rûbirû bibim li heman ast û meydanê. Ez dixwazim heta ku ji destê min bê ji bo mafê Kurdan kar bikim. Di heman demê de ez ji tecrûbeyên wan jî fêr dibim, çawa ku beriya demeke kurt di peyivîneke bi Faysal Sariyildiz re kir û partiya me xwîşka partiya wî HDP´ê ye. Ez heyranê cesareta wî û enerjiya wî me. Weke parlamenterê Partiya Çep ez ê li aliyê lawazan bim li hemberî xurtan. Ez ê bixebitim ji bo ku Elmanya siyaseteke aktîf a aştiyê bi rê ve bibe û hevkariya rejîmên zordar bi dawî bike.
Weke Partiya Çep hûn ê ji bo serketina întegrasyonê çi bikin?
Em dixwazin mesrefên ji bo bipêşxistina dewletan zêde bikin û ji bo bazirganiyeke adil a global têbikoşin. Wekî din divê dawî li firotina sîlehên Elman bê anîn û qedexekirin.
Yekemîn xala destûra bingehîn a Elman dibêje, "Nabe ku dest bi rûmeta mirovî bibe", ji ber vê jî divê hemû mirov li vir xwedî heman mafan bin. Em dixwazin li Elmanyayê ewlebûna civakî ji bo herkesî bi ser bixin, bi wî rengî u reqîbiyek ji bo cihên kar peyde nebe.
Bi bernameyeke çêkirina avahiyan salê 250 hezar dayreyên civakî em çêbikin û bi vê rengî li dijî nebûna xaniyan stratejiya xwe bi pêş bixin û bikin ku kirêya xaniyan kêm bibe.
Niha nexasim jî penaber weke karkerên erzan li bazara kar zêde dibin, em ê ji bo wê yekê bixebitin û mûçeyên herî kêm bê cîhbicîkirin, û penaber bi lez û adil karibin kar ji xwe re peyde bikin.
Çawa întegrasyona Kurdan dikare bi ser keve heger nasnameya wan neyê qebûlkirin?
Li Elmanyayê milyonek Kurd hene bêyî ku hevmaf bin bi komên din ên penaber û koçber re. Ew bi nasnameya dewletên ku ji wan reviyane tên sinifandin. Ez daxwaza ku Kurd bi nasnameya xwe bên qebûlkirin destek dikim. Divê krîmînalîzekirina mirovên Kurd ên angajmana wan a siyasî, çandî û mafê mirovan heye. Bi tenê ew kesên ku wekhevbûna mafan li her warî hatî qebûlkirin dikare li nava civakê întegre bibe. Mînak, mafên sereke yên Kurdan ên weke pargirtina ji tedbîrên întegrasyonê tên redkirin, ji ber ku ew weke ku ji dewletên ji wan hatî bin tên sinifandin.
Li ser mijara reforma sîstema perwerdeyê çi fikrên we hene?
Xwegihandina derfetên perwerdeyî li Elmanyayê gelekî girêdayî binemala mirov jê tê ye. Dê û bavê kê dewlemend bin, xwedî şansê bêhtirê ku lîseyê bixwîne, biçe zanîngehê. Sîstema perwerdeyê ya Elman cihêbûna civakî xurt dike, li şûna ku wê cihêtiyê kêm bike. Partiya Çep dixwaze perwerdeya bêpere ji baxçeyên zarokan ên beriya dibistanê hate bi zanîngehan bixe meriyetê, da ku hemû zarok xwedî derfet û şansên wekhev di warê xwendin û perwerdeyê de.
Zarok divê heta sibnifa 10´an biçin dibistaneke giştî û ne piştî sinifa 4´an biryarê bidin ka ew ê dîplomayeke çawa çêkin. Em dixwazin dibistaneke tevahiya rojê bidin destpêkirin, bi wî rengî ku zarok karê dibistanê êdî ne mecbûrî li malê bikin. Wekî din em dixwazin bêhtir mamosteya wezîfedar bikin.
Li Elmanyayê Îstîxbarata Tirk gelekî çalak e, mirov çawa dikare van xebatên wê yên li dijî Kurdan rawestîne?
Hikûmeta Federal ji nêz ve bi îstîxbarata Tirk re dixebite. Wezîrê Karê Hundir Thomas de Maiziere beriya demeke kurt ev erê kir. Dewletên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) bi xebatên îstîxbarata Tirk dizanin, lê tiştekî nakin.
Hikûmeta federal divê xetera ji xebatên îstîxbaratê yên dewleta Tirk a li dijî Kurdan ne tenê li Tirkiyeyê, li Sûrî û Iraqê, lê belê her wiha li Elmanyayê jî cidî bigire. Divê Elmanya Federal Kurdan hişyar bike, û wan biparêze, pê re jî bi awayekî biryardar li dijî ajanên Tirkan zend û bendan vemale. Di nava vê de kontroleke dijwartir a komeleyên ser bi DITIB´ê ve jî divê hebe. Em ji hikûmeta federal dixwazin ku nexasim jî hevkariya polîsî û îstîxbarî bi Trkiyeyê re bi temamî rawestîn.
Divê giştînameya li dijî YPG´ê betal bibe
Qedexeya PKK´ê Kurd tên krîmînalîzekirin. Hûn li ser vê qedexeyê çi difikirin, hûn ê vê bibin rojeva Meclîsa FEderal?
Qedexeya PKK´ê ya sala 1993´yan diyariyeke siyasî bû ji bo hevpara NATO´yê Tirkiyeyê. Ji hingê ve çalakiyên meşrû û qanûnî yên Kurdan qismî bi cezayên giran ên girtîgehê ji aliyê dadgehên Elman ve hatine cezakirin. Partiya Çep ji mêj ve dixwaze qedexeya PKK´ê betal bibe, û navê wê ji lîsteya rêxistinên terorîst a YE´yî jî bê derxistin. Ev jixwe di bernameya partiya me de jî heye.
Giştînameya ku wezareta karê hundir derxistî û pê nîşandana sembolên PYD, YPG û YPJ´ê jî qedexekirin nakokiyek e. Ev rêxistin di şerê li dijî DAIŞ´ê de li refên herî pêş in û diheman demê de ew tên krêmînalîzekirin; nabe ku ev bê qebûlkirin. Ev giştîname divê betal bibe.