KJK’ê cangoriyên qirkirin û terteleya Dersimê bi bîr tîne û dibêje; ”Di salvegera qirkirinê de ji bo qirker hesap bidin divê em têkoşîna hiqûqî, siyasî û civakî geş û mezin bikin.”
KJK êrişa li ser qebran weke ezmûneke li pêşiya civakê dibîne û dibêje, “Yan civakê bêdeng bimîne û bibe hevparê vê bêrûmetiyê, yan jî wê dengê xwe bilind bike û rûmeta xwe biparêze.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya salvegera Qirkirina Dersimê û êrîşên li ser gorên şehîdan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya KJK’ê wisa ye:
“Di salvegera 83’an a terteleya Dersimê de em şehîdên Dersimê bi hurmet bi bîr tînin û diyar dikin ku wê têkoşîna me bigihêje armanca xwe. Li ser vî esasî em tevahî gelê xwe yê li dijî qirkirinê li ber xwe dane, silav dikin.
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên fîzîkî û çandî didomîne, qirkirin û kokqelandina gelekî domandiye. Vê dewletê ji bo înkar û îmhaya Kurdistanê her çiyayê Kurdistanê bomberdûman kiriye, dike û gazên kîmyewî di serî de bi çekên giran sûcekî gelekî mezin ê şer û mirovayetiyê kiriye, dike. Di vê qirkirinê de di çarçoveya Pîlana Şerq Islahatê de hemû kirinên şerê taybet hatine kirin. Ji bilî qirkirina fîzîkî zarok ji malbatên wan hatine stendin û li YÎBO’yan hatine perwerdekirin, axaftina bi zimanê zikmakî hatiye qedexekirin, mirov hatin sirgunkirin. 83 sal şûnde ev zêhniyet hê jî didome.
Dixwazin rûmetê bişkînin
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi zîhniyeta qirker, tekperest weke halê rojane yê partiya Îttîhad û Teraqî hebûna xwe dispêre tinekirina nasname û gelên cuda û bi kevneşopiya dewleteke Pan Îslamîst-Tirkperest tevdigere, bi kiryarên faşîzan bi çavsorî êrişê dibe ser nirxên exlaqî û polîtîk ên civakê. Jixwe êrişên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên bi zîhniyeta şerê taybet dike, ne li gorî pîvanên însanî ne, ne jî li gorî normên exlaqî ne. Ev desthilatdarî makînayeke şerê taybet e ku ji bo bêhişhiştina civakê tevdigere. Ev makîne nirxên me, mirovahiya me, nirxên me daduqurtîne. Êrişê dibe ser gorên gerîlayan ên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de şehîd bûne, wan xera dikin û bi vî rengî tolê ji gelê Kurd hiltîne. Bi rêya van êrişan dixwazin gelê Kurd biêşînin û rûmeta wan bişikînin. Ji ber ku gerîla serbilindahiya vî gelî ye, rûmeta wan e, serhildêriya wan e. Serhildan jî dike ku tirs bibe cesaret, hişmendî, îrade û sekn. Êrişa TC’ê ya li dijî goristanên gerîla hewldana ji bo bênirxkirina nirxan, bêrûmetkirina rûmetê, teslîmgirtina seknê û têkbirina hişmendiyê ye. Navê gerîlayan ji ser kêl dibe, bi hinceta ku gotinek li ser kêl hatiye nivîsandin kêl parçe dikin.
Em destûr nedin faşîzmê
Tevî vê yekê ezmûnek daniye pêşiya tevahiya civakê. Civak ya wê bêdeng bimîne û bibe hevparê vê bêrûmetiyê, yan jî wê dengê xwe bilind bike û rûmeta xwe biparêze. Li holê rewşek e ku mirov dudilî bibe nîne. Ya ku divê bê kirin parastina rûmetê ye, xwedîderketina li rûmetê ye. Lewma her malbatên me yên şehîdan, malbatên gerîla û welatparêz divê vê bêrûmetiyê red bikin û bikevin nava liv û tevgerê. Li dijî vê dewleta faşîst a dest dirêjî pîrozmendiyan kiriye, dem ew dem e ku em nîşan bidin em jê natirsin û li ser piyan e.
Di vê çarçoveyê de her goristan divê bibe qada nobedê. Ji bo vê jî hemû normên hiqûqî û exlaqî divê bên bikaranîn. Civak bi platformên li ser medya civakî dikare nerazîbûna xwe nîşan bide. Dikare çalakiyan bike. Divê em destûrê nedin vê faşîzma dixwaze Kurdistanê bike qebristan.
ANF/BEHDÎNAN