Sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz di roja yekemîn a cejnê de li Kerkûkê bang li Tirkmenan kiribû û Kerkûk weke “axa bav û kalên xwe” bi nav kiribû. Berpirsê Hîzba Zehmetkêşanî Kurdistanê yê Kerkûkê, Şiwan Mihemed li ser vê xeberdana sefîrê Tirk nerazîbûn nîşan da û got, divê Yildiz ji Iraqê bê derxistin û dewleta Tirk jî lêborîna xwe bixwaze.
Dewleta Tirk bi armanca dagirkirina Kerkûkê ev demekê dirêj e ku dixwaze komên çete yên Tirkmen ên li Kerkûkê birêxistin dike. Di vê çarçoveyê de jî bi destê Eniya Tirkmen van çeteyan birêxistin dike û niyeta xwe ya ji bo Kerkûkê jî zelaltir dike. Di vê çarçoveyê de di roja yekem a Cejna Qurbanê de sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê, Fatîh Yildiz çû Kerkûkê nimêja cejnê kir.
Sefîrê Tirk di dema nimêja cejnê de diyar kir ku Kerkûk axa kalikên wan e û wiha peyivî: “Ji bo yên li vir jî Tirkiye jî axa kalikên wan e.”
Zêdegaviyeke mezin
Berpirsê Hîzba Zehmetkêşanî Kurdistanê yê Kerkûkê û endamê polîtburoya wê, Şiwan Mihemed anî ziman ku sefîrê dewleta Tirk gotinên ji serê xwe zêdetir kirine û wiha axivî: “Ev yek di çarçoveya dîplomasiyê de zêdegaviyeke mezin a siyasî ye. Karê nûnertiya dewleta Tirk a li Iraqê, li gorî sîstema Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye diyarkirin. Nikare destwerdana karên hundirîn ên li wî welatî bike ku lê mêvan e.”
Divê dewleta Tirk lêborînê bixwaze
Mihemed diyar kir ku gotinên Yildiz binpêkirina qanûn û pîvanên dîplomasîyê ne û got, “Em ji Wezîrê Derve yê Iraqê dixwazin ku nameya mêvandariyê jê bistînin û bişînin welatî wî. Her wiha bi awayeke fermî jî ji dewleta Tirk bixwazin ku ji ber van gotinan lêborînê bixwazin. Divê ji dewleta Tirk bê xwestin ku bêalîbûna xwe îsbat bike. Yildiz nûnertiya dewleta Tirk dike. Divê berpirsên Eniya Tirkmen ên Yildiz pêşwazî kirî jî bên dadgehkirin. Heger serokwezîr neke, ev karê serokkamar e.”
Em ê giliyê Eniya Tirkmen bikin
Di dawiyê de jî Şiwan Mihemed got, “Heger hikûmet van rêyan li hemberî Sefîrê Tirk Yildiz pêk neyîne, erka welatiyan e ku li dijî van gotinan çalakiyên mezin bikin. Her wiha em ê li Dadgeha Kerkûkê giliyê Eniya Tirkmen bikin. Divê nûnerên Kurd ên li parlamena Iraqê li hemberî Yildiz bêdeng nebin. Ji bo bidawîkirina erka wî bikevin nava liv û tevgerê.”
ROJNEWS/KERKÛK