Piştî ku di 13'ê Mijdarê de Şengal ji aliyê şervanên YBŞ/YPJ Şengal û gerîlayên HPG/YJA-STAR ve hat rizgarkirin, der berê rêvebirin û parastina Şengalê de gelek nirxandin hatin kirin. Parlamenterê Arasteyî Sêyem û Endamê Desteya Pêşmergeyan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bapîr Kake Mela ji RojNews re axivî. Bapîr Kake Mela diyar kir ku hêzên Kurd yên li Şengalê dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin, heviyeke mezin dan xelkê herêmê.
Bapîr Kake Mela diyar kir ku rizgarkirina Şengalê di warê siyasî de, di asta navnetewî de Kurd bilind kirine û wiha pêde çû: "Heta niha weke herêmeke ji derveyî herêma Kurdistanê ew nêzîkî Şengalê bûn. Lê edî wê Şengalî bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin.”
Bapîr Kake Mela diyar kir ku divê herêma Kurdistanê piştgiriyeke tam bi Şengalê re bike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li Kobanê çawa pêşmergeyan alîkariya şervanên YPG'ê kir û gerîla jî li Şengalê alîkariya pêşmergeyan kir, divê xelkê Şengalê biyarê li ser herêma xwe bide û biryarê bide ka wê kîjan hêz wan bi parêze, ji ber ku Şengal taybetmendiyeke xwe ye."
HANA AZAD / ROJNEWS/HEWLÊR