Civîna ji aliyê Ciwanên PYD Stuttgartê ve hat organizekirin, pêr li navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stuttgartê bi tevlîbûna gelek endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kurdistaniyan saet 13:30´an dest pê kir.
Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ewropa Zuhat Kobanî wek axaftvan beşdarî civînê bû. Zuhat Kobanî, di axaftina xwe de bal kişand ser soreşa Rojava ku weke xeta sêyemin binav kir û got, Piştî ku li Sûriyeyê şerê navxweyî derket Kurdên Rojava di nava xwe de Rêveberiya xweser ava kirin û her wiha avakirina pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê jî ragihandin.
Kobanî îşaret bi girîngiya hebûna hemû rengên bawerî û gelên civakê di nava vê pergalê de kir sîstema parastina civakê û jinê jî weke xisletên bivê nevê yê şoreşa rojava bi nav kir.
Şoreşa Rojava Vejîneke nû ye
Di minaqeşeyan de hat gotin, ji bo civakê hemû sazî û dezgehên civakî ên wekî saziyê perwerdê, saziyên tenduristiyê, saziyên ewlekariyê, dadê, ekolojiyê û... hwd hatine avakirin. Zuhat Kobanî di dewamiya xaftina xwe de şoreşa Rojava wekî wejineke nû bi nav kir û got, îro li hemberî avakirina vê pergala nû a Rojava, gelek dewletên paşverû yên Ereb, Tirk û her wiha dewletên Emperyalîst ne razî ne, sedema nerazîbûna wan ev pirrengî û xurtiya şoreşê ye.
Kobanî got, ev dewlet naxwazin li Rojhilata Navîn pergaleke nû a demokratîk û pirrnetewe werê avakirin û axaftina xwe weha dewam kir: “Gelê Rojava bi avakirina pergala xwe ya nû a Xweseriya Demokratîk ku ji bo hemû netewe û baweriyên di nav xwe de bû siberoj û her wiha ji bo hemû neteweyên Rojhilata Navîn jî wekî model hate dîtin.”
Kobanî, di dawiya axaftina xwe de,encamnameya Kongreya PYD jî nirxand û bang li gelê Kurd ê li Ewropa kir û got, pêwîst e mozaîka gelan ku îro bi Şoreşa Rojava hat afirandin were parastin û tevî xwedîderketina li Rojava, xebatên rêxistinî û lobiyê jî werin meşandin.
ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART