Piştî ku şefê polîsan Hans Melander diyar kir ku ti eleqeya PKK'ê û Kurdan di kuştina Olof Palme de nîne, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) nameyek ji hikumeta Swêdê şand û diyar kir ku divê ji PKK û Kurdan lêborîn bê xwestin. Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûş bi vê armancê nameyek ji Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven û Wezîrê Karê Hundir Mîkael Damberg re nivîsî. Karamûş diyar kir, dema ku Olof Palme hate kuştin ew di nava Federasyona Kurdan de rêveber bû, lewma bûyer ji nêz ve şopand û rewş bi berfirehî analîz kir. Karamûş ragihand, ji bo ronîkirina kuştina Olof Palme di nava 34 salan de bi dehan polîs û dozger hatin wezîfedarkirin, hatin guhertin, Midûrê Emniyetê yê Stockholmê Hans Holmer jî bi taybetî hewl da ku berpirsyariyê bi zanebûn bixe stuyê PKK'ê û Kurdan. Karamûş anî ziman ku Hans Holmer xwest 58 Kurdan bigire, bixe ber lêpirsînê, lê belê ji ber ku dozgerê wê demê li ber vê yekê rabû 20 Kurd hatin binçavkirin û dema ku fêhmkirin bêguneh in hemû hatin berdan. Karamûş diyar kir, tevî vê yekê jî Holmer PKK û Kurd sûcdar kir. Hevserokê KNK'ê ragihand ku hin sîxurên ku bi Tirkiyeyê re hevkarî dikirin hewl dan bûyerê bixin stuyê PKK'ê û got, "Hikumeta Swêdê, hêzên global û Tirkiyeyê gelekî hewl dan ku bûyera kuştina Olof Palme bixin stuyê Kurdan û PKK'ê. Wê demê medya Tirk jî her roj Kurd û rêveberên PKK'ê bi kuştina Palme sûcdar dikir." Karamûş diyar kir ku hin ji rêxistinên Kurdan jî piştgirî dan sûcdarkirina PKK'ê û heman piştî kuştina Palme hin partî û rêxistinên Kurdan ên ji Bakurê Kurdistanê li hev kom bûn û raporek amade kirin. Hin Kurd jî lêborînê bixwazin Karamûş her wiha ragihad, ku wê demê nêzî 100 Kurdên li Swêdê jî nameyeke ku PKK'ê weke 'rêxistineke terorê' sûcdar dikin nivîsandin û got, "Ez meraq dikim ku ew rapor û name bi kîjan armancê hatin nivîsandin. Ev gelekî girîng e. Yên ku mohra xwe danîn binê wê raporê û nameyê divê hesab bidin wijdanê xwe, derkevin pêşberî raya giştî û bi rengekî eşkere qebûl bikin ku wan şaşitî kirine. Ez ji wan tiştekî hêvî nakim, lê belê qebûlkirina şaşitiya xwe mezinahî ye." Karamûş diyar kir ku bi navê KNK'ê wan nameyeke ji Serokwezîr Stefan Lofven û Wezîrê Karên Hundir re şandine û got, "Divê Swêd lêborînê ji Kurdan bixwaze. Her wiha divê lêborînê ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bixwaze. Pêwîste hikumeta Swêdê mohra 'rêxistina terorê' ji ser PKK'ê rake." ANF/STOCKHOLM