Şandeya Îmraliyê ya Navneteweyî, ji bo ku têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê hin hevdîtinan bike, çû Tirkiyeyê û li Enqerê bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan re rûnişt. Wezîrê Karê Hûndir û Edaletê yê berê yê Îzlanda Ogmûndûr Jonasson, xwest ku tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin.
Di şandeyê de Wezarî Dadê yê berê yê Îzlandayê Ögmundur Jónasson, Aktivîsta Aborî û Mafê Mirovan a ji Arjantînê Beverly Ann Keene, Hiqûqnasê Ingilîz Paul Scholey, Sekreterê Gişî yê Sendîkaya Barkirinê yê Brîtanya Mamuel Cortes, Aktrîsta Ingilîz Maxime Peake, Xwendekarê Felsefeyê yê ji Emerîqayê Connor Hayes û Sendîkavanê Ingilîz Tony Burke hene.
Pervîn Bûldan di axaftina xwe de got, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan partiya me gelekî hewl dide, têdikoşe.
Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Edaletê yê berê yê Îzlandayê, Ögmundur Jónasson jî got, “Em hîna jî li benda bersiva Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê ne. Meclîsa Parlamenteran a Ewrûpayê çend roj berê biryarek da û bal kişand ser heman mijarên ku em niha li vir behsa wan dikin.”
Aktîvîsta mafên mirovan a Arjantînî, ekonomîst û akademîsyen Beverly Ann Keene jî got, “Em dixwazin piştgiriyê hem bidin gelê Kurd û mixalefeta li vir, hem jî daxwazê bikin ku tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Gelekî girîng e ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Tecrîd divê teqez bê rakirin. Mafên Kurdan, mafên jinan, mafên ekolojîk bi vê tecrîdê ve elaqedar in. Ya ku divê niha li Tirkiyeyê bibe ew e ku her kes li dijî binpêkirina mafên mirovan hêza xwe bike yek.”
MA / ENQERE