Berdevkê HDP’ê Gunay Kûbîlay der barê hevdîtina parêzaran ya bi Ocalan re li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê pêk anî. Kûbîlay bi bîr xist ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve piştî 8 salan parêzerên Ocalan derfet dîtine ku 2’ê Gulanê muwekîlê xwe bibînin û got, “Li gorî me ev gav dereng hatiye avêtin, lê gaveke girîng û rast e. Em vê hevdîtinê gelekî hêja û girîng dibînin. Divê hevdîtina bi parêzeran re ji niha û pê ve jî bidome. Tecrîdkirina Ocalan a heta vê demê, li dijî Destûra Bingehîn, qanûnan û peymanên navneteweyî ye.”

Kûbîlay tecrîd weke sûcê li dijî mirovahiyê pênase kir û got, “Hûn kê çawa ceza bikin jî, hikumxwar û girtî li asta navneteweyî xwedî maf û garantiyan in. Di vir de ya ku ji bo Birêz Ocalan tê xwestin, bidawîkirina vê neheqî û cihêkariyê ye. Lewma Wezîrê Edaletê û hikumetê gaveke bi wêrekî avêtiye, em girîng dibînin û dibêjin, divê bidome. Jixwe, ji şaşiyekê vegeriyane yeke ku ev demeke dirêj e didome û ev yek baş bûye.”

Em naxwazin encameke giran rû bide

Berdevkê HDP’ê Gunay Kûbîlay di dawiyê de bal kişand ser berxwedêrên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê û got, “Mijar mijareke insanî û hiqûqî ye. Divê gavên pêwîst bên avêtin û bêyî ku di rojiyên mirinê de encameke giran rû bide, em dixwazin tecrîd êdî ji rojeva Tirkiyeyê derkeve û grevên birçîbûnê jî bi dawî bibin.”

 

ANF/ENQERE