PAJK'ê diyar kir ku berxwedana grevên birçîbûnê bi 'rojiya mirinê' re derbasî qonaxeke nû bûye û got, "Divê ev îrade hîn bêhtir neyê ceribandin. Divê tecrîdkirina Rêberê me tavilê bi dawî bibe û mafên wî yên rewa û hiqûqî bên naskirin."

Koordînasyona PAJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û "şehîdên meha Gulanê" bi bîr anîn. PAJK´ê bi daxuyaniyê got, "Berxwedana grevên birçîbûnê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, şeş meh in bi îradeyeke mezin û sekna şoreşgerî li zindanan, li Kurdistanê û derveyî welat didome. Di meha şeşan a berxwedanê de 15 hevrêyên me yên girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dest bi çalakiya Rojiya Mirinê kir û her kes xistin bin berpirsyariyeke mezin. Di serî de dewleta Tirk, Konseya Ewrûpayê, Parlamena Ewrûpa, CPT û saziyên navneteweyî wê ji encamên gengaz ên neerênî berpirsyar bin. Civaka demokratîk jî nabe ku bêdeng bimîne, divê dengê xwe hîna bi xurtî bilind bike.

Li bara van çalakiyên berxwedana mezin bêdengiya dewleta TC'ê, ya saziyên navneteweyî, xwenebihistî kirina daxwazan komploya li ser Rêbertiya me û karakterê wê yê navneteweyî nîşan dide. Nêzîkatiya li rewşa Rêbertiya me ne hiqûqî lê siyasî ye. Li dijî vê rewşê girtiyên PKK-PAJK'ê ku çalakiya greva birçîbûnê veguherandine rojiya mirinê, ji ber ku rê li vê çaresernekirinê vekin bi biryara xwe çalakî anîn asteke dîtir. Divê ev vîn zêdetir neyê ceribandin. Divê tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bibe, mafên herî rewa û hiqûqî demildest divê were nasîn.

Berxwedna ku bi mehan e didome nîşan dide ku çalakî heta ku bigihijin encamê wê bidomin. Bi destpêkirina rojiya mirinê re êdî her kes çi dikeve ser divê bike, di vê berxwedanê de li nav refên gel be, têbikoşe. Jin û ciwan wê bi misyona xwe ya pêşengiyê rabin û berxwedan bi ser keve."

 

ANF / BEHDÎNAN