
AZÎZ OGUR
“Eger dil dîlber e gelo dîlber kîjan e
Û eger dîlber dil e gelo navê dil kîjan e
Ez dil û dîlberê di nav hev de dibînim
Ez nizanim dil kîjan e, dîlber kîjan e”
Beşek ji rûbaiyên pîrê helbestvanan Baba Tahirê Uryan, mîna albûmekê ji bo mûzîkhez û helbesthezan ji aliyê hûnermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) ve hatiye amadekirin. Xebata albûma “Dîwan-a Dubeytî” ji aliyê hûnermendên MKM’ê ve weke projeyeke demdirêj a 6 salan dewam kir. Albûm ji aliyê KOM Muzîkê ve hate çapkirin.
Di albûmê de dubeytî-rûbaiyên Baba Tahirê Uryan di bin navên van 13 stranan de hatine bestekirin: “Kezeb Pirderd, Bêwefa, Behar, Perîşane, Nalan, Şaş û Gêj, Sebir Sebir, Tu Ji Min Dûr î, Bêqerarî, Dîlber, Teyr, Li Dinyayê, Aşiq.“
Di bestekirin û şîrovekirina albûmê de hûnermend Zelal Gokçe, Nurcan Degirmenci, Meral Tekçî, Serhat Ertûna, Hîvda Gokel, Sabir Erdinç û Serhat Kural bi keda xwe û dengê xwe cih digirin. Hin stran jî mîna koroyê hatine gotin.
Ahmet Tirgil aranjeya albûmê kiriye. Dîsa di amadekirina albûmê de Serhat Kaplan bi perkusyon, Melîh Aşkin bi elektro gîtarê, Adem Tosunoglu bi tembûrê, Serkan Çabûk bi bas gîtarê, Ahmet Tirgil bi kemanê, Seçkin Kuten bi sazbuştê, Sabir Erdinç jî bi bilûrê di vî karê giranbuha de cihê xwe digirin.
Projeya ku bi bandora helbestê kat dayî
Serhat Kural di hevpevvîneke xwe de derketina fikra amadekirina albûma “Dîwan-a Dubeytî” bi xwendina pirtûka helbestên Baba Tahirê Uryan û tesîra van helbestan ve girê dide û destnîşan dike ku ruhê bihêz ê helbestan hişt ku yekser ji bo projeke bi vî rengî serê xwe biêşîne. Kural sedema meşandina vê projeyê jî nasandina dîrok û hûnera Baba Tahirê Uryan a ji bo tevahiya Kurdan bi nav dike.
Karekî bi hostayî
Hêza helbesta Baba Tahirê Uryan hevqasî zêde ye; tevî ku beste ji wergerê jî hatine amedekirin jî, serketî ne. Bi gotineke din wate û kurahiya gotinan muzîk xwedî kiriye, her wiha ensturman û şêwazê muzîka modern û hunermend bi şîroveya xwe ya serketî wateya kûr a helbestan ji bo guh û hişê guhdaran nerm-zelal kirine û mîna diyariyeke li ser tepsiyeke zêrîn pêşkêşî wan dike.
Mîna muzîkaleke rengîn e
Dema mirov guhdarî dike, car caran xwe li saloneke operayê hîs dike, car caran jî di nava muzikaleke rengîn de. Car caran bi newayên hatine hilbijartin mirov li çiyayên Loristanê digere û xwe ber dide nava kûrahiya dîrokê. Mirov dikare bibêje, bi têkiliyeke diyalektîkî Baba Tahirê Uryan ruh û giyan daye hûnermendên NÇM’ê û hunermendan jî bi ked û xebata xwe ya bêhempa ji dîroka hezar salî ya veşartî rêya Baba Tahirê Uryan bi findan ronî kirine û gihandine roja me. Albûm mîna pireke di nava dîrokê û îro de di nava kêliyên kurt de mirov dibe beriya hezar salî û car din tînê roja me.
Çêja guhdarîkirina rûbaiyan
Bi dengên xweş ên hûnermendên MKM’ê, ensturman û newayên xurt, mirov ji serî heta binî bi albûma “Dîwan-a Dubeytî” mest dibe. Di stranekê de gotinên Baba Tahir ên li ser bihar, ciwanî û mirina ciwanan wiha ne:
Bihar hat, hat ji bo çolê û der û deşt Biharek bû, ciwanî hat, biguzeşt Serê gora ciwanan lale zîl dide Her li dema ku zerî têne gulgeşt
Tu hebîbek an tebîbek bûna
Car caran jî sîtemên xwe yên li dildara xwe, bi gotinên bilbil tîne ziman, “Sibehê bilbil li ser şaxa gulê digot: Ey Gul, tu bêwefa yî, gul bêwefa ye” û lê zêde dike,
Eger derdê min yek bûya çi dibû
Eger xemên min hindik bûna çi dibû
Li kêkela min hebîbek yan tebîbek;
Tu ji her dûyan yek bûna çi dibû.
Mirin ji bêvîniyê çêtir e
Tevî gilî, gazinc û bêzariya ji ber êş û azara eşqê, Baba Tahir dizane herkes mîna derd û êşê xwe dijî. Bêderdî, bêvînî li gorî wî ji mirinê jî xirabtir e:
Kî ku derdê wî tune be bimire çêtir e
Dilê bê derdê işq pûç bibe çêtir e
Seherê bilbil di gulistanê de digot
Her kesê ku bê işq e bimire çêtir e
Evîndar bê nav û bêar e
Ji bo evîna xwe, evînên xwe sînorê biçûkbûnê û ketinê jî nas nake. Yanî peyvên ar, xirûr, rûmet, nav û serbilindî yên ku civak mîna meziyet qebûl dike tevan bi erdê re dike yek. Li gorî Baba Tahirê Uryan asta mezinbûna evînê, bi asta ketin an xwe biçûkkirina evîndar dikare were pîvan û tabûyên civakê hîna beriya hezar salî bi erdê re kirine yek. Lewra dibêje;
Dilo jar im, dilo jar im, dilo jar
Şûşeya namûsê ji destê‘m kete xwar
Herkes dibêje ku tu bênav û bêarî
Kesê aşiq çi bike bi nav û bi ar!
Lêgerê heqîqetê

“Nezanîn kêmasiyek e, nehînbûn kêmasiyek dubare ye.”
Xwediyê van gotinan e Baba Tahirê Uryan. Xwedî felsefeyeke kûr, têgihiştineke bêsînor û îfadekerineke bêhempa ya jiyan, evîn, xweza, hest û hêviyên mirov. Ne tenê ew her wiha hostayê bilêvkirina evîn, heqîqetê ye.
Baba Tahir ê Uryan (Hemedanî) sala 940’î li Hemedan a Îranê çavê xwe li jiyanê vekirin û heta 1020’an jiya, mîna yek ji pêşengên girîng ê wêjeya Farisî jî tê qebûlkirin. Gora wî jî li Hemadanê li ser girê ku bi navê wî tê zanîn e. Baba Tahir helbestên xwe bi Farisî û zaravayê Lorî yê Kurdî nivîsandine. Hin helbestên wî di pirtûka pîroz a Yarsanan ‘Serencam’ê de cih digirin.
Li gorî felsefeya Baba Tahirê Uryan rêbaza rizgarbûna ji kêmasî, êş û azaran têgihiştina mirov a bi şêwazê kuştina ego û kesayetê û yekbûna bi hebûna mûtleq a îlahî mimkin e. Yekemîn hostayê rûbaiyan-çarikan e. Omer Hayyam ê sedsalekê piştî wî jiya û Mevlana Celaleddîn Rûmî yê dused salî piştî wî jiyan di bin bandora helbesta wî de man. Her wiha ji Yûnus Emre heta bi Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî tesîra wî hema hema li tevahiya helbestvan û tasawwufvanên erdnîgariya Kurdistan, Îran û Rojhilata Navîn bûye.
Evîn hêza wî ya bêsînor e
Baba Tahirê Uryan helbestvanê evînê ye. Ev evîn a ji bo dildarekê -bi gotina wî dîlberekê- jî dibe her wiha ji bo binavkirina lêgerîna wî ya heqîqetê jî dibe. Evîn hêza hezê ya herî mezin e, çeka herî bi bandor e li gorî Baba Tahirê Uryan. Eşq û tirs li kêkela hev nabin û aşiq natirse. Çawa ku gurê birçî ji heyheya şivan natirse.
Her ew ku aşiqê ji can natirse
Aşiq ji zencîr û zîndan natirse
Dilê aşiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirse
Li gorî wî rawestgeha dawî xwe gihandina heqîqetê ye. Tevî ked û hewldana xwe gihandina heqîqetê jî tirs û fikarên xwe bi hêza îlahî re parve dike û dibêje:
Îlahî biçim cem kê biçim cem kê
Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê
Hemû min biqewrînin tême cem te
Ku ji te biqewirim biçim cem kê
Hêza evîna wî bê sînor e lê tevî vê hêza mezin û bêsînor jî Baba Tahirê Uryan hostayekî mezin ê peyvê ye û hevqasî jî dildara xwe mezin dike. Eniya xwe dixe binê lingê wê lê tirsa wî jî heye...
Delal, her du çavên min qesra te ne Nav du çavên min cihê piyên te ne Ditirsim tu xafil gav bavêjî û Bi mijangê min biêşin piyên te.”
