Weşanên Sor piştî weşandina seta kitêbên şiirê yên Arjen Arî ya ji 8 kitêban, niha jî du pirtûkên din weşandin. Yek ji van kitêban dosyaya helbestan a Miradê Miradan e ku bi navê Radîşo derçûye. Kitêba duyem jî werger e. Dilawer Zeraq kitêba Sennur Sezer bi navê Strana Sibehê wergerandiye Kurmanciyê.

Li ser berga paşê ya kitêba Miradê Miradan jî ji helbesta wî Radîşo wiha dinivîse:

Sê dar hene li ser sêdarê; hinar hejîr hirmî

ji daran darhinar e, ji hinaran hinara radîşo

ji ber ku him tirş e, him şîrîn, destê xwe jê meşo

mîna evînê, mîna birînî, mîna jiyînê.

 

AMED