Li Êlihê, 4 malên gel ên di sala 2007’an de ji aliyê Gerînendetiya Çandê ya Şaredariya Êlihê ve hatin vekirin û ji 7’an heta 70’ê saliyan rawestgeha gel bûn, piştî ji aliyê qeyûmê ve bi hinceta tadîlatê hatin girtin, biryara qeyûm rastî bertekên tund hat. Qursiyerên Mala Gel a Mûsa Anter, bi girtinê re jî bi paş ve gav neavêtin û perwerdehiya xwe yî gîtarê li baxçeyê malê didomînin. Perwerdekar Jiyan Cûcî diyar kir ku, ew ê êdî perwerdehiya xwe li baxçeyê mala gel bidomînin û got, heta mala gel bê vekirin ew ê xebatên xwe û perwerdehiya xwe li baxçe bimomînin.
Derveyî mebestê hatiye bikaranîn!
Cûcî diyar kir ku, piştî Mala Gel hat girtin hem ew û hem jî xwendekarên wan hatine mexdûrkirin û wiha peyivî: “Em pê hesiyan ku, dibêjin ji ber mala gel dervayî mebesta xwe hatiye bikaranîn, ji bo vê hatiye girtin. Em li vir dersên hunerî didin. Ji bo dersan bi awayekî zêde daxwaza xwendekaran heye. Piştî malên gel hatin girtin, hem li gel me hem jî li gel xwendekarên me bû cihê motîvasyoneke nebaş. Gelê me baş dizane ku me bi kîjan mebestî mala gel bi kar dianî. Çimkî malbat carinan bi zarokên xwe re dihatin qursan û perwerdehiya li vir didîtin.
‘Cihwar ji bo me ne girîng e’
Cûcî anî ziman ku, tenê ders di bin sîwanekê de nayên dayîn û wiha axivî: “Malên gel girtin, lê bila vê baş bizanibin em ê qethiyen bê hêvî nebin. Heta ku şert û mercên hewayê destûr bidin, em ê li vî baxçeyî dersên xwe bidin. Çimkî ji bo yî me cihwar ne girîng e. Ya girîng ew e ku, zarok û ciwanên me ji huner û zimanê xwe nemînin. Heta ji dest me bê em ê destûra vê nedin.”
DÎHA/ÊLIH