NEJBÎR OSMAN / ANHA / DÊRÎK 


Ebdilselam Remezan ku ev 30 sal in şêwekariya dike dîwaran bi hunerê xwe dixemilîne. Niha jî dest bi projeyeke xemilandina bajarê Dêrikê kiriye.

Şêwekariya dîwaran hunerekî nû nîne helbet. Lê belê, berê li qesran, dêran, bi rengê neqaşî û xetatiyê li mizgeftan ev bi pirranî karekî dewlemendiya desthilata mirov li ser mirov yan jî ya Xwedê li ser mirov bû. Di sedsala bihurî û ya niha de bi hunerê kolanan ev rewş guherî û kir ku dîwarên avahiyên giştî, dîwarên rêyên trenan, avahiyên pirrqat ên keviyên bajaran, dîwarên piran û wekî din, bibin meydana hunerekî nû yê şêwekariyê. Niha jî ji ber ku reng û resm tesîrê li hest û rewşa derûnî ya mirovan dikin, dibistan, baxçeyên zarokan û derguşxane jî dîwarên xwe ji hundir û derveve dikin tabloyên şêwekaran. Li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Hesekê û bajar û navçeyên hawîrdora wê jî weha yeç Şêwekar Ebdilselam Remezan yek ji wan kesan e ku bi vî hunerî radibe.    



Ev sih sal in şêwekariyê dike

Ebdilselam Remezan ji welatiyên bajarê Hesekê ye û ev qederê sê salan e ku li bajarê Dêrikê rûniştiye. Ev qederê 30 salan e ku şêwekariyê dike û niha projeyeke xemilandina bajarê Dêrikê bi xêzkirina wêneyên hunerî pêk tîne. Ji zarokatiya xwe ve xwedî afirîneriyeke şêwekariyê ye û xwendina xwe ya huneriyê li fakûlteya hunerên estetîkê ya bajarê Şamê bi dawî kiriye, niha mamostetiya şêwekariyê li Navenda Pêşxistina Malbatê ya bajarê Dêrikê dike.


Ji bo rûkeniya zarokan

Remezan ji bo xizmeta welatiyên Dêrikê û bi taybet zarokan bike, dest bi projeya xemilandina dîwarên dibistan û hin deverên giştî yên bajêr bi tabloyên hunerî kir. Dema ku tabloyek li ser dîwarekî bajarê Dêrikê çêdikir me ew dît û hevpeyvîn bi wî re pêk anî. Dibêje, dema tiştekî ji welatê xwe re pêşkêş dike gelekî kêfxweş dibe û wiha dipeyive: “Dema zarokek li hemberî tabloyeke li ser dîwarên bajêr rûkenî dibe, rûkeniya wî dihêle ku ez hemû hêza xwe di şêwekariyê de bi kar bînim.”



Afirînerî divê ji bo xizmeta civakê be

Remezan her wiha diyar dike ku dema kesek xwedî afirîneriyekê be divê vê afrîneriya xwe bixe xizmeta civakê û dibêje: “Divê em van afirîneriyan derbasî nifşên nû bikin da ku dewam bike. Pêwîst e û em hewl bidin paşerojeke aram û geş di aliyê huner û hemû aliyên zanistî de ji zarokên welatê xwe re peyda bikin.”

Şêwekar Remezan di tabloyên xwe de dîmenên xwezayî yên xwe dispêrin xwezaya Kurdistanê xêz dike, her wiha wêneyên zarokan dema ku dilîzin çêdike û gelek wêneyên din ku piştgiriya xwendin û hezkirina zarokan ji dibistanan re çêdike. Nemaze gelek tabloyên ku berxwedana gelê Rojava vedibêjin jî xêz kirine. Her weha di tabloyên xwe de rengên cûda yên li gorî daxwaza zarokan bi kar tîne û hemû rengên bi kar tîne jî ji rewşên hawayê û baranê parastî ne.