Li bajarê Elmanyayê Trierê, bi pêşengiya Koma Berxwedanê ya Înternasyonal, rojên aksiyonê yên ji bo piştgiriya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re pêk tên.
Çalakî doh bi konê agahdarkirinê dest pê kir û tevahiya rojê gelek belavok hatin belavkirin. Her wiha pêşangeheke wêneyan hate nîşandan.
‘Dîwarê bêdengiyê’ ku raya giştî ya Elman temsîl dike bi rengekî sembolîk hate çêkirin.
‘Dîwarê bêdengiyê’, bi meşekê saet 18’an a li kolanên Trierê hate hilweşandin.
Di meşê de ku ji Kornmaktê dest pê kir siyasetvanê Kurd Mazlûm Amed axivî û diyar kir ku paradîgmaya xweseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelan hemûyan perspektîfekê pêşkêş dike.
Amed bang li Kurdistaniyên li Trierê kir ku xwe bêhtir bi rêxistin bikin û li dora Ocalan bicivin.
Bi navê Koma Berxwedanê ya Înternasyonalîst Pablo Disco jî axivî, bal kişand ser şoreşa Rojava û got, divê her kes xwedî li vê şoreşê derkeve.
Çalakî bi mîtîngeke li Palastgartenê bi dawî bû.
Rojên piştgiriya bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re wê bi konê agahdarkirinê dewam bikin.
ANF / TRIER