Li herêma Kirmaşanê, tîmeke dîroknas dîwarekî 115 kîlometre dirêj dîtin. Li gorî tespîtê dîwar 2700 salî ye.
Berfirehiya dîwar 4 metro ye û bilindî jî 3 metro ye. Dirêjî 115 kîlometro ye, lê dibe ku dirêjtir be.
Dîwêr ji zozanên Bemo yê Serpêl Zehaw destpê dike û digihê gundê Zawmerg ê di navbera bajarên Şabad û Sermestê de ye. Berhemên ku li derdora dîwar hatine dîtin, dîroka wan digihê sedsalên 4 û 6’ê berî zayînê.
Şûnwarên avahiyên derdora dîwar ku niha wêran bûne li herêmê tê dîtin.
Tevî ku dîroknas nû li vî dîwarî dikolin û eşkere dikin, lê xelkê herêmê jixwe vî dîwarî nas dike û weke ‘dîwarê Gewrî’ nas dikin û ji hebûna wî agadar in.
Xwendekarê tixtorayê Sicad Elî Beygî li ser dîwar nivîsek belav kir. Di nivîsa xwe de wiha dibêje, “Dibe ku ev dîwar sînorê împaratoriya Bastanî be. Ji bo parastinê hatibe avakirin. Dibe ku dirêjtir be.”
NAVENDA NÛÇEYAN