SILAVA ABDULLREHMAN

ANHA/QAMIŞLO

Nesrîn Sadûn a ji Amûdê tiştên bi destê xwe çêdike, li dikana xwe, ji bo dîtina xelkê pêşkeş dike, heçî bixwaze jî dikare wan bikire. Nesrîn beriya 5 salan dest bi vî karî kiriye, li gel tiştên nû, tiştên kevn jî ji nû ve çêdike.   

Nesrîn Sadûn zewicî ye û dayika 3 zarokan e. Nesrîn ji dayika xwe fêrî karê destan bû. Tiştên kevn dikire, ji nû ve wan çêdike. Her wiha çenteyên destan çêdike û tiştan ji bo xemilandina malan jî çêdike. Nesrîn di neqşê de gelek cureyên ta bi kar tîne û vê yekê jî li gorî cureya xemilandinê diyar dike. Nesrîn rojane ji 4 – 6 saetan kar dike û her parçeyekê çêdike 2-3 rojan pê ve dimîne.

Hatiye xelatkirin

Nesrîn karê xwe di 4 pêşangehên li Şamê û pêşengeha “Bi hevre ji bo Amûdê” de pêşkêş kiriye. Her wiha di Mîhrîcana 3`yemîn a Çand û Hunera Jina Rojava û Bakurê Sûriyeyê ku li bajarê Qamişlo jî, hatiye xelatkirin. Her wiha Nesrîn tiştên ku çêdike difiroşe kesên biyanî yên serdana Rojava dikin.

Bi armanca parastina çand û hunera Kurdî

Nesrîn dibêje, wê beşa hunerê jî xwendiye ji bo ku bikare hunerê xwe pêşde bibe û wiha dipeyive:" Yek ji armanca min a ji vî karî ew e ku bikaribim çanda Kurdî biparêzim û belav bikim. "