Mamostayê Zanîngehê û Çavdêrê Siyasî Dr. Kameran Mentik, da zanîn dewleta Tirk Hewlêr dagir kiriye û hewil dide Silêmaniyê jî dagir bike. Tirkiye niha rêzê ji serweriya ti welatî re nagre û serweriya tevan binpê dike.” Têkildarî dagirkirin û bombebaranên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, Çavdêrê Siyasî û Mamostayê Zanîngeha Selahedînê Dr. Kameran Mentik axivî. ‘Armanc ne tenê Qendîle’ Dixtor Kameran Mentik di destpêka axaftina xwe de diyarkir dewleta Tirk tevahî yasayên der barê serweriya xaka welatên herêmî de binpê kiriye. Mentik da zanîn armanca dewleta Tirk ne tenê Qendîl e, armanca wê ew e ku tevahî cihên ku ji beriya peymana Lozanê di jêr destê Osmaniyan de bûn, carek din vegerîne ser Tirkiyeyê. ‘Başûr îrade nemaye’ Li gorî tixtor Kameran Mentik, li Herêma Kurdistanê tiştek bi navê serkirdayetiya Kurd nemaye û tevayî îradeya xwe ji destdaye. Her kesê hêvî bi vê serkirdayetiyê mabe, tenê xwe dixapîne. Bi awayekî rasterast îradeya wan ketiye jêr destê Tirkiye û Îranê. Niha tenê ji bo mana xwe û malbata xwe têdikoşin.” Mentik her wiha da zanîn ku niha artêşa Tirk li piraniya çiyayên Başûr bicih bûye. HEWLÊR/ROJNEWS