Welatiyê 39 salî Sadık Okan Aydin, li taxa Kuyubaşi ya Êlihê mala xwe kir kargeha resmê û hewl dide ku bi xêzan hovîtiya dewletê li bajarên Kurdistanê bike tablo û belge. Aydin ku ev 20 sal in karê resmê dike, heta niha tevlî gelek pêşbirkên navneteweyî bûye û li gelek welatên cîhanê pêşangeh vekirine. Aydin, diyar kir ku ew difikire ku li gundekî Êlihê yê xera bûye pêşangeha wêneyan veke û balê bikşîne ser talankirina li gund û bajarên Kurdistanê. Aydin, diyar kir ku eger ew wêne û dîmenên hovîtî û komkujiyê xêz neke dê bifetise û wiha peyivî: “Ez dixwazim biçim dîwarên malên xerabûyî bi wêneyên rengo rengo xêz bikim û bikim belge.”
Li gundekî xerabe yê Êlihê pêşangeha wêneyan
Aydin, da zanîn ku di sala 1990’an de ji bo perwerdehiya ziman çû Filipinê û wiha got: “Ez li wir çûm kursa resmê û bûm resam. Ji wê rojê heta niha ez wêneyan xêz dikim. Aydın, da zanîn ku heta niha wî li Kurdistanê pêşangeh venekirine, lê piştî bajarên li Kurdistanê hatin rûxandin û xanî hatin xerakirin ew dixwaze li gundekî xerabe yê Êlihê pêşangeha wêneyan veke. Aydin da zanîn ku ew bi van wêneyan dixwaze balê bikşîne ser hovîtî û komkujiya dewletê û bike belge. Kuştina wê jinê bandoreke mezin li ser min çêkir. Di destekî wê de gîtar, dike qêrîn. Li bin piyê wê bajarê Cizîrê yê hatiye xerakirin heye.” Aydin, anî ziman ku wî tabloyek bi navê “maske” xêz kiriye û bi 8 maskeyên tê de ew siyaseta îro ya Tirkiyeyê vedibêje.
DÎHA/ÊLIH