Malbatên ku nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin bi boneya cenazeyên zaroken xwe bigirin nobeta li Parka Sumerê berdewam dikin. Xalê Mahmut Oruç ê hêzên dewletê li Sûrê qetilkir, Mehmet Emîn Yaşar, diyar kir ku di dîroka Kurdistanê de li dijî kurdan bi hezaran bombe û çekên kîmyewî hatin bi kar anîn, lê dewletê encam nestendiye. Emîn Yaşar da zanîn ku bombekirina Sûrê jî bi ser nakeve û dê têk biçe.

Dayika Gunduz Akmeşe, Fatma Akmeşe jî bertekên xwe yên li dijî hêzên dewletê anî ziman û wiha got: “Ciwan tên kuştin ma êdî dilê wan rehet nabe? Niha jî dixwazin li ser cenazeyên zarokên me bombe bibarînin. Ger ku bombe bikin dê hovîtiya dewletê zêdetir bibe. Em dibînin ku dewlet li hemberî daxwaza aştiyê bi bombeyan bersîv dide. Bi kuştin û talankirinê bersîv dide. Ev pergal destûr nadin ku cenazeyan jî defin bikin.” 

Dayika Turgay Girçek Makbule Girçek jî da zanîn ku dewlet 73 roj in êrîşî Sûrê dike lê nikare berxwedana Sûrê bişikîne û xwest hemû welatên cîhanê yê vê yekê dibîne bêdeng nemînin. 



 AMED